Kurdistanê bersiva wezareta derva ya Îraqê da
Berpirsê pêwendiyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê Felah Mistefa, derheqê daxuyaniya wezareta derve ya Iraqê ya li ser vekişîna hêzên PKKê ji Tirkiyeyê di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re got ku, di pêwendiyên navdewletî û dîplomatîk de tiştekî gelekî normal e ku dewletek nerazîbûna xwe li hember bûyerekî nîşan bide.
Mistefa diyar kir ku ya girîng ew e ku niha li Tirkiyeyê pêvajoyek nû ya diyalog û aştiyê dest pê kiriye û got:
– Helwesta me li ser vê yekê ew e ku divê hemû hêz û dewletek alîkariya vê pêvajoyê bikin da ku ser bikeve.
Mistefa dibêje ku devera ku hêzên PKKê dema ji Tirkiyeyê vekişiyan dê li wir kom bibin, sêkuçka navbera Tirkiye, Iraq û Îranê de ye û heta niha tu dewletekî nekariye wê derê bixe bin kontrola xwe got:
– Eger hebûna wan çekdaran li wan deveran bibe sedema çareseriya pirsa kurd û bêdengkirina çekan wê çaxê ew yek bi sûda hemû aliyekî ye.
Berpirsên têkeliyên derve got ku, herêma Kurdistanê di asteke bilind de piştgiriyê dide pêvajoya diyalog û çareseriya bi rêya diyalog û aşitiyê:
– Em bi awayekî kûr li çareseriya pirsa han li Tirkiyê dinêr in ku, bi salan e li wî welatî didome. Lewma çareseriya aştiyane ya pirsa kurdî li Tirkiyeyê dê bibe sedema aramiya deverê û qonaxa avakirin û nûjenkirinê dest pê dike.
Piştî ku hêzên PKKKê ji roja 8ê Gulana îsal dest bi vekişîna ji Tirkiyeyê kirin, wezareta derve ya Iraqê ragihand, nabe hêzên PKKê ji Tirkiyey ê vekişin û li nav xaka Iraqê de bimînin çimkî dê ewlehiya Iraqê bixin bin metirsiyê.