Kurdistanê bersiva tohmetên Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî da

Serokê Komîteya Çavdêriya Raptorên Rêxistina Navneteweyî yê Herêma Kurdistanê Dîndar Zebarî got ku rapora Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ya li ser peydakirina bûyerên “îşkenceyê” yên li kampên li Herêma Kurdistanê, rastiyan nîşan nade.

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (AMNESTY) hikûmeta navendî ya Iraqê û Herêma Kurdistanê tawanbar kir ku li dijî gumanbarên DAIŞê dadperwer nebûne.

Derbarê mijarê de Serokê Komîteya Çavdêriya Raportên Rêxistina Navneteweyî yê Herêma Kurdistanê Dîndar Zebarî ji Rûdawê re got ku girtîgeh û kampên penaberan yên li Herêma Kurdistanê  ji bo ji hêla rêxistinên sivîl û rêxistinên navneteweyî bên venêrîn vekiriye û tekez kir “Li Herêma Kurdistanê tu kesek bêyî biryara dadgehê nehatiye girtin.”

Di daxuyaniya nivîskî Amnestyê hat diyarkirin ku li Iraqê bi hezaran kesên ku ji cih û warên xwe bûne niha rastî desteserkirinên kêfî, bi zorê wendakirin û dadgehkirina neheq hatine.

Zêbarî destnîşan kir ku endamên DAIŞê li kampan nayên bi cih kirin û wiha got: “Xwezî Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî di raportên xwe de cih bida bersiva pirsên ku ji Herêma Kurdistanê wergirtibû. Em van tawanbaran jî gelek giştî dibînin. Li Herêma Kurdistanê 2 milyon penaber û nêzikî 40 kampan hene. Ji bilî ve, 35 rêxitinên navnetewî di derbarê penaberan de kar dikin û ew bi xwe jî şahidin ku Herêma Kurdistanê di dosyeya penaberan de çiqas serkeftî ye. Di vê mijarê de spasiya Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî jî heye.

Li dijî tawanbarên ku li ser me hatine kirin em dixwazin wiha bersivê bidin; `Ji salên 90î vîr ve di polîtîkaya penaberan ya Herêma Kurdistanê de wek prensîp li dijî şandina bi zorê ya penaberan e. Em alîgirê wê yekê ne ku mirov li gorî tercîha xwe vegere. Li ser pirsa girtiyên di bin 18 salî de; di kampên Kurdistanên de endamên DAIŞê tunin. Ji 2016dan heta niha kesên ku wek DAIŞî hatine tespît kirin hatine girtin. Ji ber ku ne rast e ku ew bi mirovên bêsûc û bêguneh re li kampan bijîn.”

Zebarî tekez kir ku kesên hatine tespîtkirin endamên DAIŞê ne an xizmên wan in di çarçoveya qanûnan de muamele ligel wan tê kirin, raportê ku di vî warî de hatine amadekirin di serî de ji Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî û Rêxistina Navneteweyî yên din re şandine.

Zebarî li ser îdîayên Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ku di kampan de li penaberan îskence tê kirin bersiv da: “Li Herêma Kurdistanê qanûn hene dadgeh û dozger hene. Yên ku îskence li wan hatine kirin, dikarin ji nexweşxaneyan rapor bistîninû dikarin serî li dadgehê bidin. Agahiyek wiha û gilînameyek tawanbar kengî gihaştiye Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî? Bi hezaran rêxistinên navneteweyî, NY û konsolosxane hene.  Em matmayî man ku Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî dizane ku ciwanek hatî îşkence kirin û em pê nizanin.”

Piştî têkçûna DAIŞê ya li gelek herêman hinek endam û xizmên DAIŞê teslîmî Herêma Kurdistanê bûn.

Raporta Amensty

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî Hikûmeta Navendî ya Iraqê û Herêma Kurdistanê tawanbar kir ku li dijî gumanbarên DAÎŞê dadperwer nebûne.

Di daxuyaniya nivîskî ya ji aliye Amnestyê de hat diyarkirin ku li Iraqê bi hezaran kesên ku ji cih û warên  xwe bûne niha rastî binçavkirina kêfî, bi zorê wendakirin û dadgehkirina neheq hatine.

Di daxuyaniyê de hate destnîşan kir ku li pêşiya vegera bi ewle, bi rûmet û domdar a koçberan astengî hene, û tekez kir ku pêngava rayedarên Iraqî ya  ji bo girtina Kampên penaberan, dê metirsiya li ser han hêj zêdetir bike.

Di daxuyaniyê de hate îdia kirin ku karbidestên hukûmeta nawendî û Herêma Kurdistanê bi gumana kesên ku têkiliya wan bi DAIŞê re hene teşhîr kirina wan kesan ku ji cih û warn xwe hatine derxistin berdewam e.

Nerîna min :