Kurdistana Bakur wêran dibe jiyan bûye jehr
Li Bakurê Kurdistanê jiyana civakî gelekî aloz bûye.Silopî, Cizîr, Misêrbîn,Hezex, Şirnex û Gever bajarên mirîne. Piraniya xelkên van deveran derveyê mala xwe dijîn. Li cizîr, Hezex Sura Diyarbekir operasyon dawî hatin . Lê beşek ji xelkê nikarin vegerin malên xwe ji ber ku xaniyên wan hemû ruxane.Bazirgan û esnafên van deveran hemûya iflas kiriye. Dikin nakin jiyan wek berê nabe.Niha ji nifusa Şirnex ji % 90-95 derketine derveyî şirnex. Zarokên wan ji xwendinê qut bûne. Li bajarên din belav bûne bi awayekî hewldidin jiyana xwe berdewam bikin.Lê rasti bi awayek dine. Şer berdewame, yanî wêrankirina Kurdistanê berdewam e. Dewlet û çekdarên PKKê şerê kolana dikin. Lê di nav de sivîl dibin qurbanî.Ciwanên temenê wan 14/19 salî jiyana xwe di vî şerî de ji dest didin. Bi tu awayî parastina vî şerê qirêj nayê kirin. Ji aliyek din HDP bê bandor bûye. Hêdî Demirtaş bi xwe ji gotinên xwe nebawere.Ji xwe çepên Tirkên marjinal hevserok û berpirsên HDPêne û wêrankirina Kurdistanê ne di xema wan e.Koçberek yê Şirnexê kiset dike û dibêje: Dema li Şirnex destpêkirin kolanên me dikolan 20 metre ji wan dûr polisa seyra wan dikira. Kesekî midexale nekir. Hertişt ber çavên polisan ve çêdibûya lê qet eleqa xwe jê naynîna.Baweriyek li gel xelkê herêmê heye ku dibêjin: Dewlet û PKK bi hevre vê tahrîbatê dikin.Herweha beşek ji xelkê dibêje: Me dengê xwe dan , malê xwe ji wan re vekir ev ne ya wê ye tînin serê me. Me ve heq nekiriye.Lê kesek guh nade dengê xelkê şepirze bûyî.Bila kesek propagandê li ser têkçûna milet û wêrankirina Kurdistanê neke. Heta Kurd bi xwe vê rastiyê nebînin dê her ev zilm û zordarî berdewam be.