CîhanRojev

Kurdistan welatekî bihêz û xwedî bandorek e

Wezîrê Derve yê Luksemburgê Jean Asselborn tekez li ser wê yekê kir ku bi bawerîya min Kurdistan welatekî pir bi hêz e û bandorek mezin li ser Iraqê dike.

Şandek bi serokatîya Berpirsê Fermangeha Pêwendîyên Derve yê Herêma Kurdistanê Sefîn Dizayî li Luksemburgê ligel Wezîrê Derve yê Luksemburgê Jean Asselborn civîya. diyar kir ku di hevdîtinê de li ser hemû mijarên Kurdistan, Iraq û welatên cîran gotûbêj kirine. Jean

Asselborn, Rûdawê re anî zimên ku Luksemburg dikare di warê siyasî de piştevanîya Kurdistanê bike, niha ew nêzîkî hev bûne û pêwendiyên wan yên baş hene û alîkarîya darayî jî dane.

Asselborn, di bersiva pirsekê de got: “Cara dawîn sala 2022an ez li Kurdistanê bûm, gelek tişt qewimîn, berî her tiştî ez difikirim ku şerê Rûsya û Ukraynayê bandorek gelek xirab li Kurdistanê kir. Li vir li Luksemburgê, em li ser encaman axivîn, me behsa hemû pirsên Kurdistan, Iraq û welatên cîran jî kir, me behsa petrolê kir, me behsa bûdçeyê kir, me behsa rola Yekîtiya Ewropayê jî kir. Lûksemburg dikare di warê siyasî de piştgirîya Kurdistanê bike, helbet. Niha em zêdetir nêzîkî hev bûne û pêwendîyên me yên baş hene. Min li Yekîtîya Ewropayê jî got. Wek mînak me 1.6 milyar Euro alîkarîya darayî pêşkêşî Kurdistanê kir. Di navbera salên 2014 û 2019an de. Bi taybet ji bo Kurdistanê, emê alîkarîyên aborî û siyasî ji bo Iraqê berdewam bikin”.

Asselborn, di derbarê Kurd û Kurdistanê de bi berdewamî anî zimên ku “Kurdistan welatekî mezin e lê parçe bûye û hemû Kurd ne xwedî dewlet in û got: “Helbet haya min ji pirsgirêka Kurd heye, ez dizanim ku Kurdan û pêşmergeyan di şerê li dijî DAIŞê de çi kir. Em li Yekîtîya Ewropayê bi diyalogê pirsgirêkan çareser dikin, pirsgirêkên we yên pir cuda hene. Lê ez di wê bawerîyê de me ku Kurdistan dikare roleke girîng bilîze”.

Balkêş e ?
Close
Back to top button