Kurdistan û Koriya Başûr peymanek îmza kirin
Li hevdîtineke di navbera birêz Rêber Ehmed Wezîrê Navxweya Herêma Kurdistanê û Çoy Kwang Cîn Konsolê Giştî yê Koriya Başûr li Herêma Kurdistanê, rewşa giştî û bi taybetî jî rewşa koçber û penaberên li Herêma Kurdistanê guftûgo kirin û li vê çarçêweyê da jî peymanek bi 300 hezar dolaran ji bo hevkarîkirina koçber û penaberan hate îmza kirin.
Li civînê de her dû alî behsa rewşa mirovî ya koçber û penaberên li Herêma Kurdistanê kirin. Paşê li rêwresmek da hevkariyên miroviyan xistin rû ku ji kelupel û pêdiviyên serekî û seretayî ya jiyanê pêkhatibû ku ji aliyê Hikûmeta Koriya Başûr ve ji bo koçber û penaberên li Herêma Kurdistanê hatibû amadekirin. Wezîrê Navxweya Herêma Kurdistanê bi nûnerayetiya xelkê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve ji bo wan hevkariyên berdewamiyên Herêma Kurdistanê spasî Hikûmeta Koriya kir: Tekez jî kir ku hevkariyên miroviyan gelek pêwîstin û hevkariyekî baş jî dibê ji bo koçber û penaberan bi taybetî jî ku niha li demsala zivistanê dayîn.
Biryare kelupel û pêdivî ji aliyê Navenda Hevbeşî û Hemahengiya Qeyranan ve bi hemahengî li gel Konsolxaneya welatê Koriya li ser koçber û penaberan bêne dabeş kirin.
Hevkarî ji 300 hezar dolaran pêkhatibû ji aliyê welatê Koriya ve hatibû dabînkirin û ji kelupel û pêdiviyên serekiyên jiyanê pêktê. Welatê Koriya salane hevkariyên bi vî awayî dabîn dike wekî palpiştiyek ji bo hewlên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ji bo hevkarîkirina koçber û penaberan ku demeke zêdeye hemû bajarên Herêma Kurdistanê bûye stargehek û cihê mayînê ji bo wan koçberên ku ji şer û aloziyên li navçeyên xwe koçber dibin.