Kurdistan TV rolek mezin di belavkirina hişyariya neteweyî de dît
Serok Barzani bi minasebeta 20 min salvegera damezirandina Kurdistan TV pîroz kir. Kurdistan TV yekemin kanala televizyona kurdî bû li Başûrê Kurdistanê li ser sataleytê weşan kir. Roja hatî damezirandin heta niha weşana xwe berdewam dike.
Bi vê minasebetê serok Barzani peyamek ya pîrozbahiyê ragihand.
Peyama Serok Barzani:
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Bi helkefta bîstemîn (20.) salvegera damezrandina Dezgeha Satalayta Kurdistanê pîrozbahiyên xwe pêşkêşî birêveber û kedkar û hemû karmendên Dezgeha Satalayta Kurdistanê dikim û hêviya serkeftinê ji bo wan dixwazim.
Damezrandina Dezgeha Satalayta Kurdistanê werçerxanek bû li ragihandina Kurdistanî de û roleke ber bi çav li belavkirina hişyariya neteweyî û çanda pêkvejiyanê û xizmetkirina doza rewaya gelê me da hebûye û bandora wê li nav medyaya Kurdî da diyare. Her wiha pabendî bingehên rastgoyî û hest bi berpirsiyarî û armancên bilindên gelê me bûye û berhem û destkeftên wê cihê şanaziyêye.
Li vê helkeftê de hêvîdarim Dezgeha Satalayta Kurdistanê bi sûdwergirtina li awa û amrazên serdemiyane û bi gurutîneke zêdetir berdewam bê li kûrkirina hişyariya neteweyî û çandiya aştî û pêkvejiyanê û parastina cûdahiyan û her wiha ew çaverêyî lê tê kirin ku bibê medyayekî çalaktir û karatir û li asta guhertin û pêşhatan bê û bi hêjatirîn awayî maf û daxwazên rewayên gelê Kurdistanê û dîrok û bihayên bilindên civaka Kurdistanê binasê û rê bi evîniya niştiman û hişyariya giştî ya li civakê bide.
Destxweşiyê li we dikim û pêzanînên min ji bo erk û keda we de heye.
Mesûd Barzanî
17.01.2019