Kurdistan Tirkiyê firehtir dike
Yigit Bulut Şêwirmendê Serekiyê Serok Wezîrê Tirkiyê li bernameyeke televizyonî de ragihand ku eger li Suriye Dewleteke Kurdî damezrê her li gel Tirkiyê dibe û dê Tirkiye firehtir bike.
Li berdewamiya axaftina xwe de Bulut dibêje: Li vê Herêmê de navendên Kurd damezrînin hemû dîsa girêdayî Tirkiyê dimînin. Eve nayê wê wateyê ku pêwîste Tirkiye derbasî konfederasyonê bibe, bila kesek vê yekê tevlî sistema Serokayetiyê neke û ramanan jî têkilhev neke. Îro dema ku hûn diçin Erbilê dibînin, kî Firokxaneyê çêkiriye, Tirkan çêkiriye. Zanîngehan, nexweşxaneyan kî çêkiriye, Tirkan çêkiriye, hemû markayên Tirkane. Yanî îro Erbil wekî Enqere bajarekî Tirkane û Erbil jî wekî Enqere bajarekî Kurdane. Ji xwe herî zêde jî eve dibe sedema nerazîbûna cîhana rojavayiyan. Gelek Herêm hene bi vî awayî li gel Tirkiyê dijîn. Ji ber wê hindê ji bo Tirkiyê gelek astengiyan derdixin, li Suriye, Bakûrê Iraqê(Kurdistan), Misrê, Azerbeycanê çi destê wan tê dikin rê li ber Tirkiyê bigrin.
Bulut da zanîn ku pêşhatên li Suriyê rû didin astengiyan ji bo Tirkiyê çênakin û Tirkiye berev li rêya welatê serkirde ve birêdikeve.