Kultur

Kurdistan salê 500 ton hingiv berhemtîne

Eger hengivîn nemîne, piştî çarsalan jiyan li ser zevî namînê, eve axaftina Albert Einstein e, ji ber ku li sedî heştiha proseya veguhestina dendikên helaleyan mêşê hingivîn dike. Her ewin li sedî heştihê asayîşa xoreka cîhanê dabîn dikin. Ji bo wê yekê eger mêşa hingiv li çewlikek da hebê, wê demê berhema wê çewlikê ji sedî 25 dibe sedî 60 û zêdetir.

Ji bilî vê karê serekiyê van mêş hingivan çendîn karên dinên serekî hene, wekî: Helale, xwarina Şahjin, propolz û pûre. yek ji karên wan dirustkirina hingivîne ku heta niha eşkerebûye ku 185 sûdên wê ji bo mirov heye.

Li Herêma Kurdistanê 16 hezar hingivvan hene ew salane 500 ton hingivîn berhemtînin. Lê belê pêdiviyên navxweya Herêma Kurdistanê 1.490 tone, wate ewê berhemtînin yek li ser sêyê wê ye ku dixwin.

Salane guhertin li ser berhemên hingivîn da hatiye, wekî mînak li sala 2017 da 450 ton û sala 2018 tenê 100 ton berhem hatiye, lê belê li sala 2019 da zêdekiriye û bûye 500 ton.

Li Herêma Kurdistanê da 700 hezar sindoq hene ku 500 hezar ji wan sindoqên modern û nûne, 200 hezar jî salikin. Ewê yekem kalîta wê û berhema wê baştire, li sedî 75ê her çi sindoqê hingivînê heye li Iraqê da ketiye Kurdistanê.

Back to top button