Kurdistan rijeya firotina petrolê bilind dike

Hukumet a Kurdistanê û hukumeta nawendiya Bexdayê di derbarê pirsgirêka petrolê de li hevhatin.
Eve demek bû ku pirsgirêkek mezin di derbarê rêkirina petrolê ji bo derve nakokiyek mezin di navbera Bexdayê û Hewlêr de peyda kirîbû. Baxdayê kontraktên şîrketên biyanî red dikir û herweha pereyên petrolê yên behra Kurdistanê nadan.
Ji bo çareserkirina van pirsgirêkan şandek ji hukumet a Kurdistanê di serokatiya wezîrê saman û siruştiyên Kurdistanê de serdana Bexdayê kiri û li gel hukumeta Bexdayê li hevhatin.
Dê Kurdistan berdewamî petrolê rêbike welatên din. Heta niha ji Kurditanê rojê 140 hezar birmîl petrol ji bo derve dihat rêkirin, ev rijê dê bibe 200 hezar birmî di rojê de.
Li gora li hevhatina çêbûyî Bexda behra herêmê ya ji % 17 di dema xwe de û aktîf tir bide hukumeta Kurdistanê. Wezareta darayî ya Iraqê jî dê trilyonek dînarên Iraqî bide hukumet a herêmê.