Kurdistan ne bi Lozanê, bi destê Kurdan parçe bû
Kurdistan ne bi destê xelkê, bi destê me bi xwe hatiye parçekirin. Hem jî ne tenê Lozanek, bi dehan Peymanên Lozan bi destên me hatine îmzekirin.
Nûrî çelîk
Rojekê mirîşka ê gundî tê dizîn.
Kurê malê ji bavê xwe re dibê “yabo, mirîşka me hatiye dizîn”.
Bav ji kurê xwe re dibê, ” kurê min bide dû mirîşka xwe”.
Law gotina bavê nake tiştek, di dilê xwe de dibê, “de mirîşkek e, hema çû çû ma dinya xirab nabe”.
Piştî çend rojan îcar çend pezê wan tê dizîn. Bav dîsa ji kurê xwe re dibê, “kurê min bide dû mirîşkê”.
Kur dîsa fêhm nake û gotina bavê xwe nake tiştek.
Çend rojên din îcar çêlek, piştre ker û hespê wan tên dizîn.
Bav dîsa ji kurê xwe re dibê “bide dû mirîşkê”.
Kur aciz dibe û ji bav re dibê: “Ker û kesp hatine dizîn tu behsa mirîşkê dikî yabo”.
Bav dibê: “Kurê min, heger te bidaya dû mirîşka xwe, kesî pez, çêlek, ker û hespê te nedidizî”.
Ev serpêhatî parçeyek ji rastîya me û dîroka me ye û heta bi îro jî didome.
Em her tiştî, her kujtinê, her dagîr û parçekirinê bi neyar û dijminên xwe, bi dewletên biyanî ve girêdidin. Mirîşka me hat dizîn me dengê xwe nekir, pez û dewarên me hatin dizîn me dengê xwe nekir, erd û zevîyên me hatin dizîn me dengê xwe nekir. Û di dawîyê we welatê me bêyî îradeya me hat parçekirin û dizîn me dîsa dengê xwe nekir.
Yanî, piştî tirê kezîkurê!
Piştî ku her tiştên me, her nirxên me ji dest me çûn, ji nû ve mirşk tê bîra me û em didin dû xwezîyan.
Ji ber me nedaye dû tiştên piçûk, me tiştên mezin jî ji dest revandine. Her çiqasî Peymana Lozanê di dîroka me Kurdan de xwedîyê cîhekî taybet û karesatek herî mezin û rûpelek rûreşîyê be jî, piçûk yan mezin nimûneyên bi vî awayî di dîroka me de pir in. Her çiqasî tê gotin ku ev peyman bêyî îradeya Kurdan hatiye çêkirin jî, di esasê xwe de bi îradeya me, bi daxwaza me hatiye îmzekirin. Ji xwe heger îrade, hest û helwestek netewî, hizir û hişmendîyek Kurdewarî û Kurdistanî bi me re hebûya, peymanên wek Lozanê jî wê bêyî îradeya me nehatina îmzekirin. Ji ber îrade tune, xwedîyê wê îradeyê li hole tunene û Kurdistan wek malekî bêxwedî, wek milkê xezînê li meydanê ye, herkes dikare lê xwedî derkeve. Wek dibêjin, pisîk ne li mal be mişk Evdirehman e.
Di dîrokê de gelek derfet ketin destê Kurdan, lê bi kar neanîn. Tunebûna tifaq û yekîtîyê, qelsbûna îrade û hişmendîya netewî, berjewendîyên malbatî, eşîrtî û partîtîyê, rê li ber îradeyek netewî girt û bûn sebebê bindestî û dagîrkirina Kurdistanê. Ev yek pêr jî wilo bû, doh jî wilo bû, û îro jî wilo ye. Di esasê xwe de Kurdistan nehatiye parçekirin, nehatiye dagîrkirin, hest û helwest, îrade û mejîyê me hatiye dagîrkirin. Kurdistan ne bi destê xelkê, bi destê me bi xwe hatiye parçekirin. Hem jî ne tenê Lozanek, bi dehan Peymanên Lozan bi destên me hatine îmzekirin.
Dibêjin tiştê çû nedin dû. A girîng ev e ka emê çawa karibin rê li ber Lozanên nû bigirin, ku bi vî halê xwe ev jî ne mimkin û ne misoger e. Bi vî halî û bi vê rewşa ku îro em Kurd tê de ne, dev ji Lozanê berdin, em nikarin rê li ber parçekirin û dagîrkirina gundekî bigirin. Ji bo rê li ber Lozanên nû bigirin, di serî de divê em wek libên tizbîyê yeko yeko û bi destpêkek nû dest bi dozê bikin. Divê bi ruhê Kurdayetîyê, ne bi mejîyekî dagîrkirî lê bi mejîyekî safî û zelal xwe ji pêşerojê re amade bikin. Divê em ji Lozanê dersên dîrokî bistînin, bi yekîtî û biratîyê berê xwe bidin pêşerojê.
Heger em cudahîyên xwe, nakokî û berjewendîyên xwe nedin alîyekî, emê di gelek Lozanên nû de bifetisin û herin. Paraztina Kurdistana mezin, paraztina ziman, nasname û nirxên netewî bingeha hilweşandina Lozanên nû ne.
Bi kurt û Kurmancî; Kurdistan ne li Lozan a Cenevreyê, li Kurdistanê û bi destê Kurdan bi xwe hat parçekirin û hûn sax….