Kurdistan ji hemû demî zêdetir nêzîkî serxwebûnê ye!
Kovara Ingilîzî The Economist, di hejmara xwe ya herî dawî de li ser serxwebûna Kurdistanê dibêje, serxwebûna Kurdan ji hemû demê zêdetir nêzîk bûye. Herwiha tekez dike ku, kes mîna kurdan dîmokrat nînin, dev ji wan berdin bila serxwebûna xwe rabighîninb.
Kovara The Economist, di hejmara xwe ya vê hefteyê de li ser Kurdan nivîsek dûr-dirêj belav kiriye. Di nivîsê de behsa ragihandina dewleta kurdi dike.
The Economist behsa Kurdistanê dibêje:
Fermandeyê eniya Guwêr-Mexmûrê û neviyê Mela Mistefa Barzanî, Sîrwan Barzanî ji kovarê re gotiye: “Em pir li bendê man. 100 sal bi ser perçebûna me di navbera 4 şetanan de derbas bû, emê di nav du salan de serbixwe bibin.”
Di nivîsê de behsa gotinên Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî yên li ser serxwebûnê jî hatiye kirin û li ser zarê wî wiha hatiye gotin: “Êdî dema wê hatiye ku em qedera xwe bi destê xwe kifş bikin. Em nikarin li bendê ku hinek din li ser qedera me biryar bidin.”
Di kovarê de gotinên Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî yên li ser serxwebûnê jî wiha hatine ziman: “Rewşa Mûsilê bi tevahî hatiye guhertin. Êdî mirov nikare vegere sîstema berê ji ber ku êdî serdestiya dewleta Iraqê nemaye. Netewa Iraqê nîne. Lê ti kes serxwebûnê pêşkêşî me nake divê em bistînin.”
Nivîsa The Economîstê wiha didome: “Nêçîrvan Barzanî vê yekê dizane ku Kurdistaneke serxbixwe û payinde ancax bi hevkariya baş digel cîranên wê mîna Tirkiye û Iraqê re dibe. Nêçîrvan Barzanî dibêje, divê em berî her kesî Iraqê razî bikin.”
Li gorî kovarê, asta danûstandinên bazirganiyê yên Tirkiye û Herêma Kurdistanê derdora 8 milyar dolar e û nêzîkî 100 hezar welatiyên Tirkiyê li Başûrê Kurdistanê kar dikin.
Kovara The Economîst ev jî aniye ziman ku Herêma Kurdistanê “serbixwe ye lê nav lê nehatiye kirin. Herwiha tekez dike ku, kes mîna kurdan dîmokrat nînin, dev ji wan berdin bila serxwebûna xwe rabighîninb.”.
Di beşeke din a nivîsê de ku bi navê “Kurdan azad berdin” jî wiha hatiye gotin: “Eger welatek bikaribe li ser piyên xwe bisekine û xwedan şiyanên demokratîk be û xwedî li kêmîneyan derkeve divê serxwebûna xwe jî bidest bîne. Ji ber wê jî divê kurdên Iraqê serxwebûna xwe bi dengdanê (referandom) cardin piştrast bikin. Divê li kêleka şiyanên aborî û demokratîk bikaribe di warê leşkerî de jî xwe biparêze lê pişta bizavên dijî Îran, Sûriye û Tirkiyê negire…Kurd dixwazin welatekî wan hebe, ev jî heq kirine.”