CîhanCivak

Kurdistan erkekî mirovatî pêktîne

Li Selahedîn  Mesûd Barzanî Serokê  Kurdistanê pêşwaziya xanim Kate Gilmore Cîgira Komîsyara Bilinda Mafên Mirov ya ser bi rêxistina Neteweyên Yekgirtî û şandekî li gel kir.Li hevdîtinê de Cîgira Komîsyara Bilinda Mafên Mirov ya ser bi Neteweyên Yekgirtî ji bo rexsandina hevdîtinê spasî Serok Barzanî kir her wiha pesnê serkirdayetîkirina Serok Barzanî ya rêzgirtina li mafên mirov û parastina pêkhatan bi balkêşî wesif kir. Her wiha ragihand ku cîhan wê pêşwaziya gelê Kurdistanê ji bîr nake ku ji bilî hebûna tehdidên emnî û aborî li koçber û lêqewimayan kiriye. Cîgira Komîsyara Bilinda Mafên Mirov ya ser bi Neteweyên Yekgirtî ji bilî balkişandina li ser êşên gelê Kurdistan û Iraqê, beramber li gel beşên dinê Iraqê, Kurdistan çavkaniyeke firehe ji bo hêvî û kerameta mirovan. Her wiha pêzanînên xwe ji bo wê yekê hebû ku Kurdistan li ser bingeha lêborînî û dadperwerî û parastina yasa û mafên mirov hatiye avakirin û cihê xweşhaliya civaka cîhaniye ku Kurdistan bi tenê li yek saniyeyên demên şer û tarîtî û dijwariyê da jî girêdayî prensîpên miroviyane, her ew tevger bi xwe jî rastiyê de bersîveke bi bandore ji bo ewên zulm û karesatan li ser gelê Kurdistanê de encamdane.Li beranber da Serok Barzanî bi xêrhatina şanda mîhvanan kir û behsa wan êşan kir ku li dîroka Iraqê û di dema êrîşa terorîstan ya li ser xelkê Kurdistanê da hatiye û ragihand ku mafê gelê me hatiye binpêkirin ji bo wê yekê gelek bi başî ji wateya maf û parastina mirov têdigihe û tekez jî kir ku nehca Kurdistanê di dema şer û aştî û gengeşeyan de parastina mafên mirove. Serok Barzanî destxweşiyê li tîmên navdewletiyên çavdêriya mafên mirov kir û bi pêwîstî zanî şîret û nêrîn û têbîniyên xwe yên di derbarê binpêkirinan de girîng werbigrin û duvdaçûn ji bo wan bê kirin. Her wiha wê yekê ji bo şanda mîhvan xisterû ku Kurdistan hêviya kar û çalakiyên wane û amadeye hemû cûre hemahengî û hevkariyek ji bo Komîsyona Bilinda Mafên Mirov ya ser bi Neteweyên Yekgirtî bike û daxwaz jî kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji her cûre binpêkirineke mafên mirov agahdar bikin.Rewşa jiyana koçberan û çawayiya yarmetîdan û hevkarîkirina wan mijareke dinê kombûnê bû û têda Serok Barzanî wê yekê bi şanda mîhvan ragihand ku gelê Kurdistanê ji bilî hebûna şer û kêşeyên zêde yarmetîdana xelkên koçber bi erkekî mirovî û nîştimanî zaniye û Hikûmeta Iraqî û civaka navdewletî jî wekî pêwîst li yarmetîdana koçberan de hevkariya Herêma Kurdistanê nekirine.

Back to top button