Polîtîk

Kurdistan dê rêyek din hilbijêre

Hukumeta Kurdistanê bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî li gel aliyên siyasî yên Kurdistanê civiya. Babetê civînê pirsa Petrolê û helwesta bexdayê bû.Di civînê de biryar hate dayîn ku, eger Bexda li gora li hevhatina hatê kirin kar neke û xwe girêdayê vê li hevhatine nebîne, Kurdistan dê rêyek din hilbijêre.Daxuyaniya hukumeta Kurdistanê piştî civînê:Civata Kurdistanê bo Karûbarên Petrolê ligel her 5 aliyên siyasî yên beşdar di hikûmeta Kurdistanê de civiya.Di civînê de pêşhatên dawî yên derbarê kêşeyên petrolê ên di navbera Hewlêr û Bexdayê de hatin nîqaşkirin û hate gotin ku hikûmeta Kurdistanê girêdayî bi peymana îmze kirî û proje qanûna bûdceya sala 2015an bûye lê belê hikûmeta Iraqê girêdayî peyman û proje qanûnê nebûye.Di civînê de tekez li ser wan çar xalan hate kirin.1- Hikûmeta Kurdistanê dixwaze tevahiya kêşeyên xwe bi rêya diyalogê ligel Bexdayê de çareser bike jiber ku ev yek vê xizmeta berejwendiyên Kurdistan û Iraqê bike.2- Eger hikûmeta Iraqê girêdayî bi proje qanûna bûdceya sala 2015an nebû vê demê hikûmeta Kurdistanê neçare bo dabîn kirina pêdiviyên jiyana xelk hizra stendina tedbîrên din bike.3- Aliyên siyasî piştgîriya her cure biryareke hikûmeta Kurdistanê dikin ku ji bo çareser kirina qirîza han bistîne.4- Piştî der kirina her cure biryarekî hikûmeta Kurdistanê hîn jî dixwaze kêşeyên xwe yên li gel Bexdayê bi rêya diyalogê çareser bike.

Back to top button