Polîtîk

Kurdistan: Daxwaz ji Tirkiyê dikîn, rêzê li ax û niştimanê me bigre

Ji ber bombebarana tirkiye li devera Şêladizê û Kanî Masê pênç niştimanî canê xwe ji destdan, Hikûmeta Herêma Kurdistanê li daxuyaniyek da wê êrîşê şermezar dike û daxwaz ji tirkiye dike rêz li serweriya axa Herêma Kurdistanê bigre.

Hikûmeta Kurdistanê li daxuyaniyek de dibêje: Daxwaz ji komarê tirkiye dikîn rêz li serweriya ax û niştimanê me bigrê û PKK jî pêwîste wan navçeyan vala bike da ku êdî nebine sebebek ji bo dirustkirina aloziya li navçeyên tixûbiyên Herêma Kurdistanê.

Her wiha berdewamiyê de dibêje: Hikûmeta Herêma Kurdistanê dixwaze peywendiyeke dostane li gel welatên cîran hebê û naxwazê li nav axa Herêma Kurdistanê êrîşî ser hîç welatek bê kirin.

Back to top button