Civak

Kurdistan ber bi qonaxek mezin ve gavan tavêje

Li Hewlêr şirketek Îmaretî ya avakiyan li Hewlêr projeyek gelek mezin çêdike. Ev proje projeya heta neha ya herî mezine li Hewlêr.
Di rewrisma destpêkirina projeya Dawon Tawon de serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û berpirsên dewlî amade bûn.
Di vê projeyê da avakirina bi hezaran xanî,çend hotel,tawer, market ofis û dikanê heye.

 

Di vê rewrismê de serokwezîr axvtinek kir. Nêçîrvan Barzanî di axavtina xwe de got: “Em hewl didin di jiyanê de xweş derbas bikin lê ew xewnên han pêwîstî bi westandinê ye. Netewe û welatê me bi xwîn û fedakariya nifşên berê hatiye parastin û niha jî divê bi xebat û karê we pêş bikeve. Kurdistan gellekî dewlemend e û ber bi qonaxeke pirr mezin gavan davêje. Me bi şiyan û dewlemendiya xwe wisa kiriye ku êdî ti kes di xema elektrîk û sotemeniyê û xizmetguzariyên din de ne. Lê di hemû cîhanê de hikûmet û gel bi hev re kar dikin. Lê mixabin hinek kes wisa hizir dikin ku divê tenê hikûmet kar bike. Ji ber wê jî divê genc xwe tevlî kar bikin û di bihêzkirina jêrxana aborî de rola xwe bilîzin.” –

 

Nêçîrvan Barzanî beşek din axavtina xwe de behsa rewşa jiyana xelkê Kurdistanê kir û got: Serokwezîr Barzanî derheqê rêjeya belengazî û jariyê de li Kurdistanê jî agahî da û ragihand, li gorî lêkolînên saziya NY ya bi navê UNFPA û saziya amerîkî ya bi navê RAND, rêjeya jariyê li Herêma Kurdistanê gellekî kêm bûye û gihîştiye 3.5%, di demekî de ev rêje sala 2007an 4.7% bû lê li Iraqê rêjeya belengaziyê 19% e.

Li gorî Barzanî, divê jêrxana aborî li wan cihên ku rêjeya jariyê tê de zêde ye û dahata welatiyan kêm e, were xurtkirin. Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî her wiha da zanîn, ji nîveka sedsana borî ve heta niha, rêjeya gundnişîniyê li Iraqê ji 70% daketiye 30% ji ber wê jî divê hikûmet hewl bide girîngiyeke zêde bide gundan.

Back to top button