Cîhan

Kurdistan baştirîn têkelî di hemû waran de, d igel Kirwatyayê pêktîne

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê  Kurdistanê,li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Îvan Yurîç balyozê nû yê Kirwatyayê li Îraqê û şandeya pê re kir.Di civînekê de, balyozê nû  Kirwatyayê emin, aramî û pêşkeftinên Herêma Kurdistanê bilind nirxandin û got ku ew bi çavekê bi rûmet û qedir li wê berxwedana xelk, hikûmet û pêşmergeyê Kurdistanê li hember terorîstên DAÎŞ nîşan daye temaşe dikin  û  pêşmerge bergirîyê ji hemû pêkhateyên deverê, bê cudahî, dike  û got ku, welatê wî jî li gor îmkanên xwe hewil daye  alîkariya pêşmergeyê Kurdistanê bike.Têkeliyên navbera Herêma Kurdistan û Kirwatyayê di civînê de hatin behis kirin û di vê çarçoveyê de, şandeya mêvan got ku welatê wê amadeye li gor ew tecrûbeya heye hevakriya vejandina infrastruktura Herêma Kurdistanê bike, bi taybetî di warê vekirina kursên meşiq û rahînanê ji bo karmendên sektora tûrîzmê.Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiya destbikarbûnê li balyozê nû yê Kirwatyayê kir û hêvî xwest di kar û xebatên xwe de serkeftî be û ji bona wan lîkariyên di warê leşkerî de pêşkeşî pêşmergeyê Kurdistanê kirine, sipasiya welatê Kirwatyayê kir.Serokwezîr diyar ku ku hikûmeta Herêma Kurdistanê amadeye baştirîn têkeliyên diplomasî û êkonomî, di hemû waran de, digel Kirwatyayê hebin, bi taybetî di warê tûrîzmê de ku Kirwatya dikare bi başî hevkariya Herêma Kurdistanêî bike û di vê çarçoveyê de amadehiya hikûmeta Herêma Kurdstanê nîşan da ku şandeyên taybetmendar ji her du aliyan bicivin û van pirsan gotûbêj bikin. 

Back to top button