Polîtîk

Kurdistan baştirîn cihê berhemanîna neftê ye

Serokê Kompanyaya Genel Enerjî: Ji bo karkirina li warê berhemanîna neftê da Herêma Kurdistanê baştirîn cihe

Serokê berê yê Kompanya “BP” ya Brîtanî û Serokê Kompanya Genel Enerjî Tony Hayward, li hevpeyvîneke taybet de li gel malpera “Oil Press” dibêje: Piştî temambûna boriya nefta Herêma Kurdistanê, li wê Herêmê da balkişandineke zelala pêşketina warê berhemanîna neftêye.

Serokê Genel Enerji dibêje: Herêma Kurdistanê aramtirîn cihê herêmekî nearame, li Kurdistanê aramiyeke tevahî heye, ji ber wê yekê eve zêdetirê şeş sale eve yekem care tiştekî bi vî awayî rû dide, ji bo wê yekê tu sedemek tûne ku ew rûdaw kar bike ser armanca karkirina me û veberhênana me ya li Herêma Kurdistanê.

Her wiha di derbarê hêla boriya neftî ya di navbera Tirkiye û Kurdistanê de dibêje: Boriya neftî ya Herêma Kurdistanê ku niha berev temambûnê diçe, balkişandineke başa pêşketina warê nefta Herêma Kurdistane. Tirkiye û Herêma Kurdistanê ji niha ve peywendiyekî aborî û uzeyî(enerji) ya bi hêz heye, bi hêza wan peywendiyan jî wiha kiriye ku warê çavkaniyên sirûştiyên Herêma Kurdistanê bi awayeke ber bi çav pêş bikevê.

Back to top button