Rêxistinên Kurdistanê jî, divê xebat û têkoşîna xwe ya neteweyî bi awayekî giştî bi zimanê kurdî bimeşîne. Endamên rêxistinên Kurdistanê bi hev re û bi derdorên xwe re kurdî qise bikin.
İbrahîm GUÇLU
Hîç şik tune ye ku nêrînên ez bînim ser zimên, nêrînên ne xwezayî û neasayî ne. Ev nêrînan ji aliyê her kurdekî û rêxistineke Kurdistanê ve tên zanîn, an jî divê bê zanîn. Lê em kurd û rêxistinên Kurdistanê di pêkanînê de xwediyê pirsgirêk in. Loma di dubarekirinê de pirsgirêk tune ye.
DIVÊ KURDÊN Û RÊXISTINÊN BAKURÊ KURDISTANÊ ÇI BIKIN?
1-Divê her kurdek û rêxistineke Kurdistanê biberpirsiyarî tevbigere. Divê bê zanîn ku ew/em kurd in, xwediyê neteweyeke cûda û welatekî cûda nî. Loma jî dema kurdek bibêje ku kurdbûn û kurdnebûn ferq nake, ev şaşî û xeteriyeke mezin e. Bi vê nêrînê ji Tirkkirinê re rê vedike û xizmet dike.
Hîç şik tune ye ku divê rêxistinên Kurdistanê jî, wek kurdbûnê tevbigere. Divê bizane ku ji rêxistinên Tirkan cûda ne. Loma jî rê û rêbaza wan dê bi her awayî ji rêxistinên Tirkan cûda bin. Divê bê zanîn ku rêxistinên Kurdistanê di welatekî cûda di Kurdistanê de xebat dikin. Stratejiya Rêxistinên Kurdistanê û Rêxistinên Tirkan sedî sed ji hevûdu cûda ne.
2-Divê her kurdek bizane ku ew bindest in û hemû mafên wan ji aliyê dewleta Tirk ve hatine xesip kirin. Welatê wan cûda ye û Kurdistan e; welatê wan hatiye dagirkirin. Ew wek neteweyekî bindest in, xwediyê desthilatdarî û serwweriya xwe nînin. Dewleta Tirk dixwaze wan bike Tirk û dagirkeriyê li welatan wan bide domandin. Divê her kurdek gorî van rastiyan helwesta xwe û tevgera xwe serrast bike.
Rêxistinên Kurdistanê jî divê bizanin ku girêdayî van rastiyan avabûne, divê gorî van rastiyan tevbigerin û xebata xwe bimeşînin. Rêxistinê Kurdistanê girêdayî van rastiyan jî, di navbeyna xwe û rêxistinên Tirkan de cûdayetî diyar bikin. Gorî vê jî xebata xwe bidomînin.
3- Her kurdek di şertên Bakurê Kurdistanê de ji bo ku li ser piyan bisekine û wek kurd bimîne, hewil bide û tevbigere. Wê demê dê wek ferdekî neteweyeke bindest vatiniyên/wezîfeyên xwe dikare pêk bîne. Ji bona vê jî divê her kurdek li mala xwe li derve bi hevalên xwe re, bi dostaên xwe re, li dibistanê bi hevalên xwe re, li ciyê kar bi hevalên xwe yên kurd re, kurdî qise bike. Ji çanda kurdî re xwedî derkeve û gorî çanda kurd tevbigere. Ji kevneşopî û dîroka kurd re xwedî derkeve û dîroka xwe fêr bibe.
Rêxistinên Kurdistanê jî, divê xebat û têkoşîna xwe ya neteweyî bi awayekî giştî bi zimanê kurdî bimeşîne. Endamên rêxistinên Kurdistanê bi hev re û bi derdorên xwe re kurdî qise bikin. Divê çapemeniya xwe bi kurdî, bi hemû zaravayên kurdî biweşînin. Lê ji bona ku li hemberî Dewleta Tirk û kolnyalîzma Tirk xebat û têkoşînê dimeşînin, bi Tirkî jî dikarin çapemeniya biweşînin, yanî bi du zimana çapemeniya xwe biweşînin. Konferans û semîner û civînên xwe mitleqe bi kurdî bimeşînin.
4-Divê kurd di dezgehên giştî yên Tirk ên sivîl de (wek sendiqan, rêxistinên pizişkan) dema kar kirin, divê her dem û her saat wek kurd tevbigerin. Di dezgehên sivîl de ji bona ku du ziman (Tirkî û Kurdi) bê bi kar anîn, xebat bikin, zor bidin berpirsiyaran. Divê baş bê zanîn ku dema rêxistineke sivîl du zimana bi kar nîne, ew nabe rêxistineke sivîl. Ew dibê rêxistine fermî ya miletê serdest û îdeolojiya dewleta ya Kemalîst.
5-Divê her kurdek baş bizane ku partiyên siyasî û dezgehên din yên Tirkan û Dewleta Tirk, tu wext nabe rêxistinên wan. Loma jî divê her kurdek ji bona ku partiyeke siyasî ya Kurd û Kurdistanê derkeve holê xebat bike; partiyên Kurdistanê yên ku xwediyê vê potansiyê ne, ji wan re bibe endam û ji wan re bibe piştgir. Lewra ji bona ku em wek neteweyekî bindest mafên xwe yên neteweyî qezenç bikin û şertên serxwebûna Kurdistanê çê bikin, rêxistinbûn li Kurdistanê û rêxistina neteweya kurd şertekî mitleq e.
Rêxistin û partiyên siyasî yên Kurdistanê jî divê bi vê berpirsiyariyê tevbgerin, Daxwazên neteweya kurd program bikin û girîngtir mijar jî ew e ku ev daxwazên gel cî bi cî bikin.
6-Divê her kurdek û her rêxistineke Kurdistanê, ji bona serxwebûn û dewletbûna Kurdistanê xebat bike. Ev armanca pîroz li her derê û di her platformê de biparêze. Bi taybetî jî divê rêxistinên Kurdistanê li hemberî dezgehên dewletê, li hemberî hikûmetê, li hemberî dadgehên dewleta Tirk, serxwebûn û dewletbûna Kurdistanê biparêzin.Her rîskê bigrin ser milên xwe.
7-Her kurdek û bi taybetî jî rêxistinên Kurdistanê divê gelek aşkere û bi îsrar ji gel re diyar bikin ku PKKê dijminê serxwebûn u Dewlata Kurdistanê ye.
8-Divê her kurdek û rêxsitinên Kurdistanê ji bo serxwebûna Kurdistanê û Dewleta Kurdistanê her fedekarî bikin.
Lê divê baş bizanin ku PKK bi zanyarî û wek rêxistineke operasyonal ya dewletê û aparata dewletê dixwaze kurdan û tevgera kurdan i holê rake. Loma divê hîç kurdek beşdarî PKKê nebe û ji PKKê re nebe alîkar. Bi taynetî jî divê rêxistinên Kurdistanê di vê mijarê de gelek zelal bin, gelê me şiyar û zanyara bikin.
9-Divê her kurdek û rêxistinên Kurdistanê her dem diyar bikin ku PKK/HDP rêxistina kurdan û Kurdistanê nîne. Lê divê ev mijara bi taybetî di demên hilbijartinên giştî yên Dewleta Tirk de, her dem, bi qerardarî vê mijara stratejik bînimn ser zimên.
10-Divê her kurdek û rêxistinên Kurdistanê, karên qirêj yên li dijî neteweya kurd ji aliyê PKKê ve pêk hatine, baş deşifre bikin. Kurdkujiya PKKê bê diyar kirin. Maf û hiqûqa kurdpewer û pêşmergeyên ji aliyê PKKê ve hatine şêhîd kirin, li her derê û her dem bê pirsîn.
11-Divê hemû kurd û rêxistinên Kurdistanê dijminitiya PKKê ya Dewleta Federe ya Kurdistanê, Rojavayê Kurdistanê, Rojhelata Kurdistanê diyar bikin. PKKê tewanbar bikin û ji PKKê hesab bixwazin.
12-Divê her kurdek û rêxistinên Kurdistanê tespît bikin ku Tevgereke Neteweyî li Bakûrê Kurdistanê bi wateya sosyolojîk û girseyî û bersîvdana hewcedariyên neteweyî, tune ye. Divê sedemên vê bên tespît bikin û çi pêwîst e, wê bikin.
13-Divê her kurdek û bi taybetî jî rêxistinên Kurdistanê li dijî destwerdana PKKê ya dagirker, terorîst, barbar li Başûrê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê derkevin. Ji bo ku PKKê ji wan beşên Kurdistanê derkeve, daxwazkar bin.
14-Divê kurd û rêxistinên Kurdistanê, pêşiya PKKê bigrin û di nav gel de xebatek xurt bikin ku ciwanên Kurdistanê nebin qûrbanê PKKê.
15-Divê her kurdek û rêxistinên Kurdistanê metoda deşîfrasyon ê û qûrbankirina PKKê aşkere bike ku ciwanên Kurdistanê gelek bir rehetî ji bona berjewendiya dîktatoriya partiyê (PKK) û îdeolojiyê (Apoyî+Kemalîzm+Stalînîzm+Baasîzm) û serokiyê, nebe piştgit û endam û çekdarên PKKê.
DIVÊ KURDÊN Û RÊXISTINÊN BAKURÊ KURDISRTANÊ ÇI NEKIN?
1-Divê kurd û rêxistinên Kurdistanê ji kurdbûn û kurdistanîbûnê dûrnekevin. Ji neteweya kurd û Kurdistanê re biyanî nebin û nebin Tirk.
2-Divê kurd û rêxistinên Kurdistanê netewetiyê fêdayî îdeolojiyan û dînan û mezheban nekin.
3-Divê kurd û rêxistinên Kurdistanê, ji dewletê re xizmet nekin. Her dem kurdbûn û Kurdistanîbûna xwe biparêzin.
4- Divê kurd û rêxistinên Kurdistanê hîç wextekî pesna dewletê û aparata wê PKKê nedin.
5-Divê kurd û rêxistinên Kurdistanê nebin alîgir û endamê PKKê.
6-Divê rêxistinên Kurdistanê bi helwesta xwe ciwanên Kurdistanê nekin qûrbanê PKKê.