Kurdên swêdê ji bo penaberên din nimûne ne
Lars Ohly piştî heşt salan dev ji serokatiya Partiya Çep ya Swêde diberde. Hem di dema serokatiyê de hem berya wê Lars Ohly pir ji nêzîk ve bi mesela kurd re elaqedar e. Di hevpeyvînekê ew nerînên xwe li ser têkoşîna kurdan û diyaspora kurd tîne zimên:
– Ez dixwazim gelek komên din yên penaberan xebata kurdan li Swêdê ji xwe re wek nimûne bibînin, lê nakokî û nelihevkirinên navxweyî dem bi dem dikevin pêşiya berjewendiya hevbeş û loma xebata ji bo armancê şûn de dimîne.
– Em pêşveçûna xwebirêvebiriyê wek ya başûrê Kurdistanê ji bo beşên din jî dixwazin.
– Têkoşîna çekdarî korerê ye, loma divê mirov dest ji vê korerêyê berde.
– Çaxê mirov li dîrokê dinere û dibîne bê çawa maf û azandiyên mirovan yên çandî, zimanî û demokratîk hatine binpêkirin û bê çawa xweînkarî li ser insanan hatiye ferzkirin, wê demê zehmet e mirov bêdeng bimîne. Mirov nikare bipejirîne ku li hin welatan jiyan wiha ye. Ji ber ku ez bi xwe jî ji tevgereke piştgir ya navnetewî dihatim bêguman diviyabû ez li ser niheqiyên van rejiman ku li kêmneteweyan dikirin bisekinim, dibêje Lars Ohly ku ji serokatiya Partiya Çep îstifa dike.
Herdem li cem kurdan
Herî dawî ew li meydana Sergelê di xwepêşandana kurdan ya ji bo qetlîama Qilebana Şirnexê de bû. Çend hefteyan berya wê ji bo piştgiriya erdheja Wanê û berya wê li dij doza li hember Roj TV ew bi kurdan re bû.
Buroya Lars Ohly ya di parlemana Swêdê de bi alên Kurdistanê xemilandî ye. Ji axavtina wî xuya ye ku ew li ser pirsa kurdî serwext e; qala siyaset, komele, xwarin û spora kurdan dike û diyar dike ku ew endamê Dalkurdê ye.
Kurdek dikeve birêvebiriya Partiya Çep?
Hediye Guzel, kurdek bi eslê xwe ji Enedolê ye û sekretera çapemeniyê ya Partiya Çep ya berê ye.
Niha jî Guzel ji bo desteya birêvebiriya nû ya Vänsterpartiyê hatiye namzetkirin.
Hediye Guzel bi Lars Ohly re pir kar kiriye û ew Ohly ji nêzîk ve nas dike. Guzel dema behsa sê pirsên ku ji bo Ohly girîng in dike giringiya pirsa kurd wek yek ji wan tîne zimên.
Û ji ber vê elaqeya xwe ya bi kurdan re gelek kurdên Swêdê Ohly wek dostek xwe yê têkoşînê dibînin. Baş e, gelo cara pêşî Ohly kengî kurd nas kirin?
– Cara pêşî li Swêdê di salên 80î de ez leqayî kurdan hatim û li ser beşên cuda yên Kurdistanê em axivîn. Gelek ji wanê destpêkê kurdên Tirkî bûn, piştre helbet kurdên beşên din jî min gelek nas kirin. Gotûbêjên min yên bi wan re hişt ku ez rewşa kurdan baştir fam bikim.
Dîyaspora kurd ya li Swêdê
Wek siyasetmedarekî Swêdî ku rewşa komên penaberan li Swêdê nas dike nêrîna wî li ser diyaspora kurd ya Swêdê çi ye gelo?
– Kurd yek ji wan gelên herî çalak li Swêdê ne. Pir tên dîtin, di meydana siyasî de cî digrin û li ser pirsên derbarê Kurdistanê de zaf disekinin. Bi qasî ku têkiliya min bi kurdan re çêbûye bi ti komên din re nebûye. Ev hinekî ji ber ku baldariya min li ser pirsê heye, lê herwiha ji ber ku kurd di warê agahdarkirin, hişyarkirin, bilindkirina zanînê di nav siyasetvanên swêdî de jêhatî ne.
Lars Ohly bi berdewamî dibêje kurd di civaka Swêdê de hêzek in, hêzeke baş in û ew dixwaze gelek komên din yên penaberan xebata kurdan ji xwe re nimûne bibînin.
Di nav partiya Çep de gelek ciwanên kurd, bi taybetî jî qîzên kurd hene. Ji bilî Hediye Güzel ku muhtemele bikeve birêvebiriya nû ya partiyê de, Amîne Kakabaveh, Berivan Öngörur, Yekbûn Alp û Leyla Çelik çend ji wan kurdên çalak yên di nav partiyê de ne.
Gelo sebebê vê çi ye ku ciwanên kurd herî zêde xwe li Partiya Çep digrin? Li gor Lars Ohly sedem xebata partiyê ye . Ohly dibêje:
”Partiya Çep (Vänsterpartiet) yekem partiya Swêdê bû ku di dawiya salên 70î de di parlemenê de piştgiriya doza azadiya Kurdistanê kir û ev xebat berdewam e. Xebata Vänsterpartiet samîmî tê dîtin”.
Kêmasiyên kurdan
Gelek danûstandinên Lars Ohly bi dezgeh, siyasetmedar û kesayetên kurd re çêbûne. Vêce gelo ew di xebata kurdan de ti kêmasî, şaşîtiyan dibîne?
– Helbet. Carina mirov cudahiyên siyasî, nakokî û dijnêrînan bi xwe re tîne penaberiyê û ev tiştek normal e û divê ev gotûbêjên nêrînên cuda li biyaniyê jî hebin. Lê carna, ji dêla berjewendiyên hevbeş nelihevkirin serdest dibe.
Berjewendiyeke hemû kurdan ku xwedî lê derdikevin têkoşîna ji bo demokrasî, azadî û xwebirêvebiriyê ye. Lê nakokî û nelihevkirin dem bi dem dikevin pêşiya berjewendiya hevbeş û loma xebata ji bo armancê paş dikeve.
Daxwazên kurdan yên netewî
Derheqê têkoşîna kurdan de jî Lars Ohly wiha diaxive:
– Eger ez bi xwe kurd bama, min ê heman xalên ku ez îro wek piştgirekî kurdan doza wan dikim bixwestama. Berya her tiştî mafê bikaranîn û pêşvebirina ziman û çandê. Divê kurd wekî hemû gelên din yên li herêmê bibin xwedanê heman mafên demokratîk. Pêwist e mafên bêhtir xwebirêvebiriyê bên dayin, ew bi xwe nûnerên xwe hilbijêrin. Li Tirkî, Îran û Sûrî zordarî li ser kurdan heye. Li başûrê Kurdistanê, li bakurê Îraqê jî hin kêmasî hene, lê şertên ewqas baş hene ku li van beşên din peyde nabin û em pêşveçûnek bi heman awayî dixwazin, ku xwebirêvebirya kurd li beşên din jî zêde bibe.
“Şerê çekdarî korerê ye”
Lars Ohly aşkere dike ku ti baweriya wî bi şerê çekdarî nîne û têkoşîna çekdarî wek ”korerê” bi nav dike. Li gor Ohly şert û mercên têkoşînek di nav çarçeva demokrasiyê de mimkun e û wê encama wê ji bo kurdan baştir be. Têkoşînek bê şerê çekdarî wê herwiha desteka navnetewî jî bistîne.
”Loma divê mirov dest ji vê korerêyê berde, divê mirov Kurdistanê yekbeş bibîne û mirov têbikoşe da tevgera piştgir ya navnetewî ji metodên ku mirov bi kar tîne neyê tirsandin. Ji bo wilo jî divê mirov aştiyane lê pir xurt ji bo azadî, xwebirêvebirî û demokrasiyê kar bike” dibêje Lars Ohly.
Dê bice newroza Diyarbekirê?
Belê, dema serokatiya Lars Ohly di Partiya Çep de bi dawî dibe û ji hefteya bê û pê de kesek din wê serokatiya partîyê bike. Lê li gor Hediye Guzel di siyaseta Partiya Çep ya derbarê kurdan de wê ti guhertin nebin.
Lars Ohly jî aşkere dike ku îstifa wî ji serokatiyê nayê wê wateyê ku ew ji pirsa kurd dûr bikeve, berovajî ji niha û pê de ew dê bigihe ku hin tiştên di dilê xwe de pêk bîne. Ohly aşkere dike ku yek ji van daxwazan pîrozkirina newrozê li Diyarbekirê ye:
– Par berdevkê Partiya Çep yê siyaseta derve Hans Linde çûbû newroza Diyarbekir û wî digot bi kêmasî nîv milyon mirov li meydana newrozê bûn. Xeberdana ji bo girseyek ewqas mezin bawerim carekê dibe nesîbê mirovan.
Amedekar:
Beşir Kavak