Kurdên Rojava vedigerin li ser axa xwe
Li gor raporeke rojnameya herêmiya bajarê Rihayê(Urfa) ku li gel çendîn Kurdên Rojavayê Kurdistanê hevpeyvînan encam daye, dide zanîn ku rewşa Kurdên Rojava li Bakûrê Kurdistanê nebaşe û her wiha hêdî hêdî Kurdên Rojava biryarê didin ku vegerin li ser cîh û warên xwe.
Li nava vê raporê de welatiyek bi navê Abbas Mistefa ku xelkê bajarê Qamişlo ye dide zanîn ku ew ne ji ber şer û pevçûnê terka bajarê xwe kiriye belkû bêkar bûye û xwestiye bê Tirkiye û karekî baş ji bo xwe peyda bike. Her wiha Abbas Mistefa dibêje: Birastî ez hatibûm ku ji bo xwe karekî peyda bikim û li vir kar bikim. Lê mixabin min nekarî ez karekî baş peyda bikim û ji ber wê yekê jî min biryar daye ez vegerim Qamişlo.
Eger ez Kurdekî dilsoz bim divê vegerim axa xwe
Her wiha welatiyeke dinê bi navê Abdurehman Muso ku ew jî ji xelkê bajarê Qamişloye dibêje: Min beşdarî raperînê kiribû û ez ji mêj ve bû hatibûm Tirkiye, lê niha em ji nûçeyan dibihîzîn ku hemû xelkê me yê rojava koçber bûye û terka ax û welatê xwe kirine. Birastî ez wekî Kurdekî dema temaşa halê xwe dikim dilê min diêşe, ji ber ku ji sedî 75 ê xelkê me îro bela sebeb koçber bûye û bajar hiştine kesên din. Ez wiha hizir dikim ku divê ez vegerim ji ber ku ez xwe wekî Kurdekî dilsoz dibînim û divê hemû Kurdên bi namûs û dilsoz vegerin li ser axa xwe û berî her tiştî axa bav û kalên xwe biparêzin. Ji xwe li vir halê me perîşane, bila ez herim ser axa xwe perîşanbim ji bo min gelek bi rûmettire.