Kurdên derveyê welat nameyek pêşkêşî xelkê Kurdistanê dikin
Rûpela Kurdên Londonê peyamek ji bo xelkê Kurdistanê şandine û gileyiyê li xelkê Kurdistanê dikin ku kes halê wan napirse û ew dixwazin xelkê Kurdistanê ji bo wan dua û lavayan bikin. Nameya wan wihaye:
Em wekî komek ji xort û malbatên Kurdên derveyê welat gileyî û gazindeyê li xizm û nas û kesûkarên xwe yên li Herêma Kurdistanê dikin ku li rewşeke hestiyar û metirsîdar da dijîn ku niha welatê Brîtanya rojane 900 kes ji ber şewba Korona canê xwe ji dest didin, beşek ji wan kesên canê xwe ji dest didin Kurdin.
Gileyî û gazinda me ji kesûkar û xelkê Kurdistanê ye ku wekî pêwîst halê me napirsin, eger çî bi name yan bi telefonek jî bê…
Li vir da daxwaz ji misilmanan û kesukarên xwe dikîn ku eger halê me jî nepirsin bila dua û lavayên xêrê ji bo me bikin.
Hêviya leşsaxî û tendirustiyeke baş ji bo hemû aliyek dixwazîn…
Komelek ji Kurdên Derveyê Welat li Brîtanya