DosyaNivîsar

Kurdên Bakur ji şer westiyane

Rewşenbir û nivîskarê kurd Tosinê Reşîd bersiva pirsên Rojevakurd dide û dibêje: Bi bawerîya min, niha gerek giranîyê bidine ser êginaya rêxistinên sîvîl. Bi vê armancê, divêt hevkarîke ji dil di navbera partîyên kurdaye sîyasî de hebe. Bersiva Tosinê Reşid:


Hogirên hêja, dem baş. Min gor nêrîna xwe bersiv nivîsîn, ger ser van bersiva pirs hebin, ji min re binvîsin.Rêz û silav, Tosinê Reşîd. Li Bakurê Kurdistanê piştî pêvajoya ”çareseriyê” têkçû, şerek dijwar dest pê kir.Gelo berjewendî û zerera tevgera kurd û gelê kurd li Kurdistana Bakur di vî şerî de çîye?Tosinê Reşîd:  Şerê dijwar, ku vê carê li bajaran, bi taybetî li şûnên dîrokî dest pê kir, tenê zirar da çawan tevgera gelê kurd, ûsan jî gelê kurd bi xwe li Bakûra Kurdistanê. Ji bo tevgera kurd zirara mezin ew bû, wekî tevgerê şer bi wê hêvîyê li navendên bajara dest pê kir, wekî ew şerê bibe destpêka serhildaneke gelerî. Lê ev yek pêk nehat; kurdên bakûr yan ji bo serhildana gelerî ne amade bûn, yan jî bawerîya wan şikestîyê, ji şer westîyane.Vî şerî usan jî bi seda hezaran kurdên Bakûr cîşihitî kirin, kirine peneber û piranîya wan berê xwe dan bajarên tirka. Ger em bîr bînin, wekî hukumata Tirkîyê tirkman û ereba li şûna wan bi cîh dike, ev jî zirareke biçûk nîne, dêmografîya Kuristanê tê guhastin.Sûra Amedê, Cizîra Botan… û gelek şûnên dîrokî hatin wêran kirin. Çi jî niha çêkin, çawan jî çêkin, ew şûnê heta hetê wek birînekê ser bedena Kurdistanê bimînin.Ji bo sekinandina vî şerî pêwistî bi çi heye?Tosinê Reşîd:  Bê guman gerek ev şer bê rawestandin. Di rewşa niha de, ez ne bawerim, wekî bi rêya şêr dikarin hukumatê neçar bikin, vegere ber masa gotûbêjan.Bi bawerîya min, niha gerek giranîyê bidine ser êginaya rêxistinên sîvîl. Bi vê armancê, divêt hevkarîke ji dil di navbera partîyên kurdaye sîyasî de hebe. Rexne, bê guman gerek hebin, lê divêt giranîyê bidine ser dîtina nuxtên hevkarîyê. Gelê kurd li Bakûr ji şêr westîyaye, aşîtîyê dixweze. Divêt bi rêyên aştane hukumatê neçar bikin, vegere ber masa gotûbêjan.Di baweriya we de cardin pêvajoyek bi navê çareseriyê dikare dest pê bike? Eger dest pê bike  dê çewa be?Tosinê Reşîd: Tu rêyeke mayîn tune, zû-dereng gerek pêvajoke çareserîyê dest pê bike. Şerê van salên dirêj da xuyayê, wekî bi rêya şer pirsa kurda nayê çareser kirin. Di pêvajoya dûarojê de, divêt pozîsîona kurdan bi hêz be. Kurd tenê bi hevkarîya hêzên sîyasî û bi hêz kirina rêxistinên sîvîl dikarin pozîsîona xwe bi hêz bikin.

Back to top button