Kurdekê Îspanya ji girtîgehê 20.000 Euro dibexşê Xaça Sor
Rojnameyên Îspanya belav kirine ku Kurdek li girtîxaneyê daxwazekê seyr û balkêş li Birêveberê Girtîxaneyê kiriye. Ew jî bexşîna 20 hezar Euro ye ji serwet û samana xwe bide Rêxistina Xaça Sora Navdewletî, da ku ew jî alîkariya hejaran bikin yan jî wan kesan bikin ku ji ber virusa Korona nikarin kar bikin û hîç sermaye û dahata wan nîne.
Ew Kurd xwediyê çendîn xwaringehane li Îspanya û sermayeyekê zêde kom kiriye. Berî hefteyek daxwaz ji pasevanekê girtîxaneyê kiriye ku dengê wî bigihîne Birêveberê Girtîxaneyê û pêşniyara xwe jî jê re gotiye ku dixwaze 20 hezar Euro ji dahatên xwe bi Xaça Sor ya Navdewletî re bibexşê.
Babo navê wî welatiyê Kurde ku ji xelkê Bakûrê Kurdistanê ye û li sala 1995 ve çûye Îspanya û li wir bi cîh bûye. Berî sê mehan jî hatiye girtin û dadgehê fermana şeş meh bendkirinê ji bo wî derxistiye û biryare li 15ê tebaxa îsal bê rizgar kirin. Temenê wî 53 sale û xwediyê çar zarokane.
Khosie Antonio Garsia Lizo Birêveberê Girtîxaneya Navalkarnîro li Madrîdê ji medyayê ragihandiye, dema min wî girtiyî dît, dûpat kir ku dixwaze 20 hezar Euro bi Rêxistina Xaça Sora Îspanî bibexşê ez şaş û metel mam. Ji ber ku dixwest hevkariya wan kesên hejar û pêwîstî bi alîkariyê ne bike. Birêveberê Girtîxaneyê balê dikşîne li ser wê yekê ku Babo li beranber wê bexşînê, hîç daxwaz û xwestekê xwe nebuye û tenê mercekî hebuye ku ew jî eweye hîç zanyariyekê li ser kesayetiya wî neyê belav kirin û ew bexşînê pêşkêş dike û naxwaze kes jî bizanê ku ewî vî karî kiriye.
Di derbarê sedema bexşînê jî Birêveberê Girtîxaneyê dibêje: Ewî got ku ji televizyona girtîxaneyê dîtiye ku rewşa xelkê çawaye û ji bo parastina jiyana xelkê pizîşk û karmendên tendirustiyê çawa xwe bext û gorî dikin. Ji bo wê yekê xwestiye hevkariya xelkê bike û ji wir ve hizra bexşîna wê pereyê ji bo wî hatiye. Ji bo wê yekê karta xwe ya bankî û li rêya amêrên elektronî hewale kiriye û 20 hezar Euro xistiye ser hejmara banka Rêxistina Xaça Sor.
Ew welatiyê Kurd balê kişandiye li ser wê yekê û dibêje: li sala 1995 hatime Îspanya û Xaça Sor û xelkê wî welatî gelek hevkariya min kirin û ewe jî ji bîra min neçuye û li vê dema dijwar de bi erkê xwe dizanim, heta beşeke ji wê sermayeya xwe ya ku min heye ji bo kêmkirina êş û janên xelkê vî welatî re bibexşim û êşa wan kêm bikim.
Ew dibêje, dema gihiştim Îspanya kesek bi navê “Anna” ji Rêxistina Xaça Sor hate cem min û xwarin û lihêf û hemû pêwîstiyekê din da min, li wê demê, ez ne xwediyê çi tiştekê bûm, Lê belê niha rewşa min gelek cûdaye û xwediyê sermayeyekê başim. Ji ber wê dixwazim wê başî û qenciya Xaça Sor û Îspanya bidim. Ji ber ku li wê demê de Kurd dihatin qirkirin li ser warên xwe dihatin koçberkirin û derbeder kirin ez jî hatibûm Îspanya.
Rojname behsa jiyana Babo kiriye û nivîsiye ku ew piştî ku gihîştiye Îspanya heta pênç sal bê bîhnvedan û pişûdan li hemû rojên hefteyê û her wiha li cejnan de jî kar kiriye. Li çêkirina avahiyan û xaniyan de karên giran û dijwar kiriye. Dema piçek sermaye kom kiriye û paşê xwaringeheke biçûk vekiriye û niha jî çendîn xwaringehên wî heye û zêdetirê 120 kesan li xwaringehên wî de kar dikin û sermayeyekê zêde bi vî awayî bi destê wî ketiye.
Hîç zanyariyek di derbarê tawana wî Kurdî û sedema girtin û xistina girtîgehê nehatiye belav kirin, lê belê medyayên Îspanya bi karekê seyr û xerîb bi nav dikin û hemûyan belav kiriye û nivîsîne, di demek da ku girtiyên li nav girtîxaneyan mijulî karên têkderane û şer û dirustkirina kêşeyên mezintirin, lê belê mirovdostekê girtî jî xwe mijulî bexşînê kiriye.
Garsia Lîzo dibêje: Xweşbextane hukma wî girtiyê mirovdost ne geleke û tenê sê mehên wî maye, ew bi xwe daxwaz kiriye ku eve neyê behs kirin û naxwaze jî di derbarê vê karê ku kiriye ber bi lêborînê bikevê û bê efu kirin. ji ber ku demeke kêm jêre maye û paşê vedigere ser karê xwe û serpereştiya karê xwe yê xwaringehê dike ku niha malbata wî li şûna wî kar dikin.
Her wiha balkişandine li ser wê yekê ku berê jî wî zilamê Kurd dem bi dem pênc hezar Euro bi Rêxistina Xaça Sor daye û bi berdewamî ji dahata xwe hinek pere bexşiye. Heman demî de piştî gihîştina Korona bi Îspanyayê û xerapbûna rewşê û girtina xwaringehan, li dema cara dawî ya malbata wî li girtîxaneyê serdana wî kirine, biryarê daye ku hemû goşt û xwarina nav xwaringehan bi xelkê hejar bibexşin, neku bimînê li nav befirgira xwaringehê de.
Baz Ehmed