Civak

Kurdek ji Siverekê li Suriye hate kuştin

Kurdek ji bajarê Siverekê li Bakurê Kurdistanê ji bo şer bike ket di nava refên DIAŞê de û hate kuştin. Li gora agahdariyan ciwanê kurd ji berî du heftiyan ji Siverekê derbasî Suriye bû. Ciwanê bi navê Hakan Durdu xwedî jine û zarokek wî heye.

Li Bakurê Kurdistanê gelek ciwanên Kurd berê xwe dane Suriye û di nav refen îslamiyên tundên fundementalist de şerê rejima Suriye dikin. Heta niha bi dehan ciwanên ji Bakurê Kurdistanê çûne û şer jiyana xwe ji dest dane. Hakan durdu jî tenê yek ji wane. Ev yek li Kurdistana Bakur bûye birînek civakî.

Back to top button