Kurdê bakur û rojeva bê ser û…
Dilciwan Helbest
Bê ser û bê ber hicûmê di bedrine ser. Wekî sofyê mala şêx îw,îw haw haw wekî serserîyê Tilmizê ! Her kes dibêjê ez û ne tukes, Elîkê Betê jî devê hepsa Nisêbînê vekir. Lê dawî çi derket ? Lê hema ew li navê xwe digerîya heya wî tu Kurd û Kurdîstan tune bû. Lê wisa xwîya dikê ku ê van biraderan jî tu elaqa wan û netewî tune ye, ew jî li nav û dengê xwe demkî digerin.
Dîn tevan du peyvê pêşî xweşik dibêjin lê dûvra dibahdilênin.Kurdê me Bakur jî sê çar gav xweşik avêtin. Kêfa Milet hat wekî sofyê mala şêx tev bi sira ketin hey û hey bê ser û bê ber xwe tê werkirin û hey ji dawî neman. Wekî Hasan Sabah wan serxweş û meymoş kırın gelek Însan bê hiş kirin heta ku hişê wan hate serê wan hasil gîha Musul! Gelek hatin girêdayî, nema karin ji wê riyê vegerin. Hinek jî ê bê hisyet madî jê sûdê werdigrin, hinek jî li wan xweş hat.
Ha nihaka çi dikin? Kurdê Bakur û Rojava ketine qeyikeke bê mecrefe û li ser nîvê bahrê berpêla ketîye, nizanin bi kûve diçin. Her roj hevalê hineka ne, Ku wî petronê paleyîya xwe bi wan kir dev ji wan berdidin. Ew çû ji nûka li petronekî din digerin, ew petronê ku nû bibînin, ji ê din ne çêtire, wekî wîye.
Lev dizîvirin dizîvirin dibêjin, me tişkî baş dîtîye,ew tişt çîye? Tiştê ku di dinyayê de çê nabin bi wan tişta dilebikin. Li temamê dinyayê Sosyalîzim îflas kirîye betal bûye ê me nûka ketine dûv sosyalîzmê de. Dibêjin, emê sosyalîzmê çêkin! Îca ême Kurdê Bakur, ne sosyalîzm e, Kemalîzm e, di bin banê sosyalîzmê de wê Kemalîzm ê çêkin ku ji wan bê.
Lê ê van orgutê Bakur îşê wan tevlî heve, ew tişkî jev dernaxin. Di hundurwê rêxistinê de rêxistinek e din heye. Ev ne di destê xwede ne kambaxin. Ê sereke ew tiştna zanin lê êdin nizanin çi dikin, xeradikin û avadikin dikelênin, dicemidênin û dirjênin jê fêm nakin.Serokên wan xaîn miletin, ji wan re dibêjin, dewlet û beyreq ne pêwîste, dîn ne hewceye!
Ezê ji we re mînakê bêjim wexta ku Kaban Berajî çêdikirin gelê Kurd feqîr bûn diçûn li wir bi emeletî dixebittîn. Yekî îxtîyar Dorikî bû ew jî çû ji bonî xebatê li wan hesina û wan îskela, li wan mencenîqa di nerî di ma ecêb mayî. Ji yeki ji wan îşçîyê wek xwe pirsî got: “Ev çi çêdikin, ev çîye? Îşçî jî got: “Dibê beraje berajê çêdikin. Ewî got: “Beraj çîye? Ê din got: ez nizanim, ha her ji wî mihandiz bi pirse ewê ji tere bêjê bê çîye û çi çêdikin.
Ewî xityar çi got? Got: “Kuro bi telaq mihandiz jî nizanê û şeytan jî nizanê bê ev çiye û wê çi çêkin. Ê di got, naxwe ev qas valaye ev qas xebat helbet tiştekî çêdikin. Ê din got: “Kuro ha wilo dikin bê dawî çi derket wê bêjin me ev çêdikir.
Ev ê me Kurdê Tirkî û ê Surî jî teva ew bi xwe nizanin çidikin! Tu ji wan sual bikê nikarin bersivek têgihiştî û saxlem bidin. Elimîne peyva aşîtî û wek hevîyê, hema vê peyvê bi kar tînin. Bê dawî di kû re derket ew jî wê bêjin ev bû sîyaseta me.
Ev lîderê van di wan dibîstanê Kemalîsta de xwendine, perwerda Cumhurîyet’çîya dîtine. Heger çi bêjin jî, mîjîyê wan girêdayî dewleta kûre. Lê girîngîya gelê me gelek bi wê heye ku vana nas bikin. Ev xaîn millet vî gelî ji zûde dixapênin lê gel ned wê ferqê deye. Heta ku ev gelê Kurd bi ser fêlê van millet xapêne ve bibin gelek zore. Heta ku mere zarokekî perwerde dikê ku di elimê zimanekî yani sinettekî he carkî din ji wî sineattî vegerênê gelek zore, mijiyön wan cemıdye.
Evana gelek perefesyonal ev gel xapandin, di bin sîwaneke birûmet de ev gel birêve birin li ser navê netewîke , Kurde warî ev Milet qanih kirin û bi xweve girêdan. Îro vî halê ha de ev gelê me dibêjin em tam dirîya rast û şerefê dene, ew nedi ferqa tiştekî dene.
Çend rêber û serkêşê me jî hene lê bê dengin ew xwe bi xwe têne cem hevdû ji nûka van xeletî û van rîyê şaş dibêjin ji hev re dibêjin tu fêde nadê Milet! Divit ku ev rîyê şaş û xelet ku gelê Kurd ber bi tune kirinê ve dibin bê tirs û bê fedî ji vî gelî re bêne şîrove kirin. Lê ku her tişt qedîya û malik li gelê Kurd xerabû hûn ji nûka bêjin çîye û hûn nebêjin çîye?
Wî wextî hûn jî şirîkê van tawana ne, gilî û gazin li devê deryê weye, nebêjin me nikarî bû ev ne bersive. Wexta hûn ne boxe ne, xwe nekine boxe. Kerê ku hêşerî bê di çelede jî hêşerîye ne bihara tenê hêşerîye. Îro tam dema wêye ku ev gelê me bêne şîyarkirin. Bela dûre gazinê xwe ji xwe bikin. 16.2.2019