Heyeta Kurdistanê ji bo referanduma serxwebûnê duh serdana Bexdayê kirîbû. Heyeta Kurdistanê li gel serokwezîrê Iraqê Heyder ebadî civiya û di civînê de behsa pêvajoya referanduma serxwebûna Kurdistanê kirin.Dê heyeta Kurdistanê 3 roja berdewamî hevditina berpirs û aliyên siyasî yên Iraqê re bike û behsa referanduma serxwebûna Kurdistanê bikin.Heta niha li gora destûra Iraqê 55 medeyên Kurdistanê ve girêdayî ji aliyê hukumeta Bexdayê ve hatine binpêkirin. Yek ji wan jî madeya 140 ye.Di heyeta Kurdistanê de, ku ji aliyê Encumena Bilind a Referandumê ve hatiye pêkanîn, her yek ji Roj Nûrî Şawêys nûnerê PDK, Seidî Ehmed Pîre weke nûnerê YNKê, Fuad Hisên nûnerê Serokê Herêma Kurdistanê, Mihemed Ehmed nûnerê Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê, Viyan Dexîl weke nûnera Kurdên Êzidî, Romiyo Hekarî weke nûnerê Mesîhiyan û Macir Bazirgan bi nûneratiya Tirkmenan cih digirin.
Pêş
26/03/2025
Serokê ÎYÎ Partiyê heqaret li Alaya Kurdistanê kir
26/03/2025
Cevdet Yilmaz: Divê DEM Partî bangî PKKyê bike
Têkildar
Balkêş e ?
Close - Rubio û Fidan civiyan26/03/2025