Cîhan

Kurd û rojeva Swêdê

Swêd bi gotûbêjên li ser kirinên berpirsên Demokratên Swêdê kete sala 2014ê. Rojek ji 2013ê re mayî berpirsê SD yê pirsên aborîyê Erik Almqvist ragihand ku ew dev ji parlementeriyê berdide û ji partiya xwe îstifa dike.

Sedema ku Almqvist mecbûrê îstifayê kir vîdyoyek vîdyoyek bû Di vîdyo de dihate dîtin ku sê sîyasetvanên bilind yên Demokratên Swêdê li kolanên Stockholmê lûleyên hesinî di destên wan de bi xelkê re şer dikirin, gotinên dijbîyanî û cinsî bikar tanin. Bi belavbûna vîdyo û nûçeyê re berpirsê partîyê yê pirsên aborîyê Erik Almqvist û berdevkê sîyaseta hiqûqî yê partîyê Kent Ekeroth dev ji wezîfeyên xwe yên nav SD berdan.

Kesê ku di vîdyo de birêvebirên Demokratên Swêdê pê re devjenî dikirin û pev diçûn komedîsyenê kurd Soran Îsmaîl bû. Bi tevger û uslûba xwe ya aram di vîdyoya ku hatibû belav kirin de û beşdariya xwe ya gotûbêjên li ser nijadperestîyê de piştî belavbûna nûçeyê Soran Îsmail xwediyê roleke serekebû.

Di bihara 2013ê de Sosyaldemokratan kongreya xwe ya salane li dar xistin. Di kongreyê de wan serokê Federasyona Islamî Omar Mustafa weke endamekî birêvebiriya partiyê hilbijartin û bi hilbijartinê re gotûbêjeke gerim dest pê kir. Hinekan gotin baş e ku nûnerek ji rêxistineke islamî hatiye hilbijartin hinekan jî bal dikişandin ser nirxên ku Mustafa diparast.

Di gotûbêjên li ser vê babetê de gelek kesayetên kurd dewreke çalak dîtin. Yek ji wan kesan zanyarê islamê Emîn Narozî di gotareke xwe ya Newsmillê de dinivîsand ku Federasyona Islamî ku Omar Mustafa serokatiya wê dike rêxistineke nêzîkê fundamentalîzma islamî ya erebî ye û nirxên wan û sosyaldemokrasîyê hev nagirin.

Ev gotinên Emîn Narozî bûn. Di gotareke Dagens Nyheterê beşê ”debatt” de seroka berê ya jinên Sosyaldemokrat Nalin Pekgul jî dinivîsand ku Federasyona Islamî tu caran karekî ji bo wekheviyê nekiriye, heta berovajî dema ew beşdarî civînên bi gel re bûne rola wan bêhtir neyênî bûye. Pekgul herwiha  dinivîsand ku Federasyona Islamî xwediyê bîr û baweriyên sîyasî îdolojîk e û lewra ne di cî de ye ku mirov hem birêvebirekî wira, hem jî yê Sosyaldemokratan be.

Ji ber ku Federasyona Islamî mîna baskê rêxistina Biraderên Misilman (Ixwanan) li Swêdê dihade dîtin gotûbêjên li ser Omar Mustafa bi demê re wergeriyane ser nirxên ku Biraderên Islamî diparêzin.

Îcar keseke ku ji nêzîk ve rêxistinên islamî yên li Swêdê şopandibû û li ser wan berya çend salan belgefîlmek weşandibû rojnamevana kurd Evin Rubar bû. Û di gotûbêjên li ser islamiyan de ew mîna pispora mijarê beşdarî gelek platforman bû.

Di hevpeyvîneke bi radyoya Swêdê re Rubar digot:

– Ev rêxistin xwediyê baweriya mutleq e. Li gor vê baweriyê tenê islamek heye, cî ji şîroveyên din yên islamê re nîne. Baskên din yên islamî li gor vê baweriyê kafir in. Ji aliyê din ve di xebata xwe de ew cudakariyê têxe navbera jin û mêran, bi temamî xwe ji homoseksualîteyê dûr têxe û şermezar dike, antîsemît e û hedefa esasî ew e ku hiqûqa birêvebiriyê şerîet be.

Sosyaldemokrat ne bi gelekî piştî hilbijartina Omar Mustafa neçar man ku endamtiya wî ya birêvebirya partiyê paşde bikişînin lê çend hefte derbas bûn heta ku dengûbasên li ser mijarê sist bûn.

Dengûbaseke din ya girîng di sala 2013ê de meseleya romaniyan bû. Rojnameya Dagens Nyheterê di havînê de derxist holê ku polîsê Swêdê bi hezaran romanî ango qereçî di bin navê ”lîsteyan gerhokan” de qeyd kiriye. Zarok û kesên mirî jî di nav de di vê lîsteyê de bi hezaran nav hebûn.

Hebûna lîsteyeke bi vî rengî ji gelek aliyan ve mîna nijadperestiya resmî hate şîrovekirin û di gotûbêjên derheqê nijadperestiya ku li romaniyan hatiye kirin de keseke ku lêkolîn kiribû û kitêbek nivîsandibû dîsa rojnamevaneke kurd, Lawen Mohtadî bû.

Bal dikişand ser nijadperestiya ku di sedsala 20ê de li Swêdê li romaniyan bûye û wiha digot:

– Ev lîste nîşana wê yekê ye bê mirov bi çi çavî li romaniyan dinêre. Ango mirov wan ne wek însan, lê mîna beşek ji talûkeyekê dibîne. Û ji ber vêya mirov zarokên wan jî dixe bin çavdêriyê. Lewra ev nijadperestî ye.

Di gotûbêjên li ser romaniyan de kesekî din ku kete rojeva Swêdê de hunermend Özz Nûjen bû. Di bernameya bi navê Skavlan ya Televîzyona Swêdê de Özz berê xwe da serokwezîrê berê yê Norvêcê Jens Stoltenberg û wiha got:

– Hem partiyên Höyre hem jî Fremskritt dixwestin romaniyan bi qefle sirgun bikin. Eger ev ne nijadperestî be naxwe nijadperestî çî ye?

Lê ev gotinên Özz di televîzyona norvêcî NRK de hatine birîn û êdî behsa meseleya romaniyan herwiha derbasî pirsên li ser sansur û azadiya derbirînê bûn.

Hêjayî gotinê ye ku Özz Nûjen di tevahiya sala 2013ê de bi huner û daxuyaniyên xwe di çapemeniya Swêdê de pir cî digirt. Lîstika wî ya ser pîyan ya bi navê ”Dålig Stämning” bû yek ji wan bernameyên ku herî zêde di SVT PLAY de hate temaşekirin û Özz herwiha yek ji beşdarên bernameya radyoyê Sommar i P1 bû.

Di dawiya 2013ê de rapora hevkara me Şîlan Diljen ya li ser reva wan ya ji Kurdistanê bi navê ”MinFlykt” di bernameya P1 Dokumentär de hate weşandin. Şîlan bi dayika xwe û keça xwe ya çar salî re vegeriyabû cîyê ku wan terk kiribûn û temsîla reva xwe kiribûn.

Bi weşandina vê rapora bi awayê belgeyî re gelek kesên bi koka xwe biyanî vegerin bîranînên xwe yên wan rojan û nexasim di medyayên civakî de wan bi eşkereyî qala reva xwe ya ber bi Swêdê ve kirin.

Ji bilî van kesên ku me di vê raporê de behsa wan kir jî çendîn kurd hene ku rojane di çapemeniya Swêdê de mirov rastî nivîs, daxuyanî yan jî berhemên wan tê. Wek nimûne Dilsa Demirbag Sten, Sakine Madon, Mustafa Can, Tino Sanandaji û hunermend Darin Zanyar.

Îcar gelo beşdariya kurdan di rojevê de bi vî awayê çalak tê çi wateyê?

Barzoo Eliassi ku doktoraya xwe li ser kurdên Swêdê kiriye û niha lêkolerê Zanîngeha Oxfordê ye dinirxîne.

BESIR KAVAK/Zayale
[email protected]

Back to top button