Nivîsar

Kurd û bijardeya Konfederalî

Iraq 11 emîn sale ku rûxana rejîma Bees li pişt xwe hişt. Kurd ji bilî dîtina rolekî erênî û bi hêz ya li binyatnana Iraqa piştî dîktatoriyê, lê belê carekî din Bexda hewla îhmalkirina Herêma Kurdistanê dide. Li demek de gelê Kurd ji bo dawî anîna hukma merkeziya li Iraqê da qurbanî daye. Li Iraqa nû jî de bi kirdarî destûra bingehîna Iraqê ya sîstema federaliyê pejirand. Lê belê Bexda hem destûrê binpêkir û hem jî berdewam bi raste rast û ne raste rast tehîdê li Herêma Kurdistanê kiriye. Her li dirustkirina hêzên Dîcle û Cezîre û Badiye û tevgerandina wan ya navçeyên derveyê îdareya Herêm û sînûrên Herêma Kurdistanê, bi cîh nekirina madeya 140 û li xwe negirtina Pêşmerge wekî beşek ji sîstema bergiriya Iraqê û dabîn nekirina mûçe û pirçek nekirina wan, dijayetîkirina bi karanîna mafên destûriyê Herêma Kurdistanê ya li pêşxistin û veberhênana samanên siruştiyan û berdewamiya kêşeya budçe û heta cara dawî jî birîna budçe û mûçeya fermanberên lê pêkhat. Kirina karekî bi vî awayî ji bilî siyasiyekî takrewî, tu kesekî din karekî bi vî awayî nake, xelkê bi xwe bixe nav lîstikên siyasiyan ve.

Niha asoyeke zelal bû, Bexda carekî din rûyê rasteqîneya xwe derxist, ku bi niyete desthilatekî merkezî tund li hukma hemû Iraqê bike. Eve jî nayê qebûl kirin, ji bo wê yekê pêwîste gelê Kurd û serkirdayetiya wê hêviya xwe ji bo bijardeyekî din dibin, ji bo rêgirtina li vegerana hukma merkeziya Iraqê û parastina mafên gelên Iraqê. Eve jî karekî mumkun nîne, ji ber ku destûra Iraqê li destpêkê de bi zelalî bala wê yekê kişandiye ku “Pabendbûna vê destûrê serwerî û yekperçeyiya gel û ax û asmana Iraqê diparêze”. Li dawiya destpêkê de balê dikşîne ku “Iraq dewletekî federaliye li ser bingeha yekgirtina arezûmendên pêkhatên wê”. Ku wiha ye erkê Parlemena Kurdistane ku piştî pêkanîna xula nû ya bi girîngî li vê pirsê bibîne û berjewendiyên gelê Kurdistanê berbiçav bigre. Ji ber ku derkeft holê ku federalî li nav Iraqek ku hikûmeta wê tu girîngiyê ji bo destûrê datîne ku zêdetirê % 80 ê xelkê welat deng ji bo wê daye. Hikûmeta Bexda nekariye heta niha asayîş li welat de berqerar bike, welat jî şerê eşîrî li pêşketinê daye û hemwelatiyan bi sedema nebaşa rewşa tenahiyê ve berdewam mijulî koçkirinê bin ji bo parastina selametiya canê wan. Tu hêviyeke lê berhem nayê, ji bilî wê hewldan û karkirina hilbijartinê jî bijardeyekî dinê muamelekirina li gel Iraqê ye.

Ji bo wê yekê ji niha ve Parlementeran û fraksiyonên Parlemena Kurdistanê, divê bi ciddî bikevin karê amadekirina proje û lêkolînê ya hilbijartina bijardeyekî dina gelê Kurd li Iraqê. Ez bawerim baştirîn bijarde li wê hel û mercên niha ya navçeyê û cîhanê têda derbas dibe. Daxwaz kirina konfederaliyê, ku yekgirtina daxwazên çend dewlet û herêmeke ku her yek ji wan xwedî serwerî û siyaset û aboriya xwe dibe ku li çarçêweya yekgirtinekî dilxwazane de.

Ji ber wê niha dema wê ku aliyê siyasiyan û fraksiyonên Parlemena Kurdistanê, bîr li paşaroja gelê Kurdistanê bikin. Cûdahî û nakokiyên navxweyiyan ji holê rakin û hewl bidin ku rê nedin carekî din Iraq berev merkeziyê ve vegerê. Nabê bihêlin ew hemû qurbaniyên Kurdistanê daye ji bo nehiştina takrewî û merkezîkirina li Iraqê da, bi vala biçe.

Serbaz Ebdulrehman

Back to top button