Kurd rê nadin tevgerek şovenî
Doh Mesûd Barzanî Serokê Kurdistanê li Selahedîn li gel nûnerên hemû aliyê siyasiyên Kurdistanî bi mebesta nirxandina pêşhatên dawî civiya.
Aliyê siyasiyan nîgeraniya xwe li hember helwesta dawî ya serkirdayetiya giştiya hêzên çekdarên Iraqê ku li gel hinek balkişandinên erênî li civîna destpêkê ya navbera xwe û şanda serbaziyên Herêmê derbirî, lê belê li dawiyê de ji wê jî poşman bûye û pêdagîriyê jî li ser berdewamiya Operasyonên Dîcle û leşkerkêşiya ser Kerkûk û Duz û navçeyên veqetandiyên din kiriye.
Beşdarvanên civînê yek helwestiya gelê Kurdistanê ya li parastina Herêm û mafên destûriyan û bergirîkirina li pêvajoya demokrasiya seranseriya Iraqê bilind nirxand û pêdagîriyê li ser rêgirtina li serhildana dîktatoriyet û leşkeriyeta li Bexda kirin û bi pêwîstî jî zanîn ku hemû aliyê siyasiyên Iraqê rola xwe li berbestkirina vê nehce metirsiya Hikûmeta Bexda derbirîn ku belayeke ne tenê ji bo Kurdistanê, belku ji bo hemû Iraq û pêkhatan. Tekez jî li wê yekê kirin ku yekparçeyiya axa Iraqê bende bi rêzgirtina li destûr û binpêkirina vê destûrê jî yekparçeyiya axa Iraqê dixe metirsiyê.
Nûnerên aliyê siyasiyan tekez li ser wê yekê jî kirin ku tu demek rê nadin tu tevgereke şovenî rû li Kerkûk û navçeyên veqetandiyên din bike û dûpat jî kir ku dest bi diyaloga navxweya Herêmê bikin ji bo rê dana bi pêvajoya çaksazî û bihêzkirina pêgeha hukimraniya xwe bi xweyiya Kurdistanê û silavên xwe jî bi hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ragihandin û amadehiya xwe û hemû xelkê Kurdistanê jî li piştevanîkirina beramber her sedemeke nexwastî derbirîn.
Aliyê siyasiyên beşdarvanê civînê:
Partiya Demokrata Kurdistanê
Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê
Tevgera Goran
Yekgirtiya Îslamiya Kurdistanê
Komela Îslamiya Kurdistanê
Tevgera Îslamiya Kurdistanê
Partiya Sosyalîst Demokrata Kurdistanê
Partiya Zehmetkêşên(Kedkar) Kurdistanê
Partiya Şu’iya(Komunist) Kurdistanê
Tevgera Demokratiya Turkmen
Tevgera Çaksaziya Turkmen
Lîsta Erbîla Turkmenî
Encumena Gelê Kildan Siryan Aşûr
Tevgera Demokrata Aşûrî
Lîsta Ermen