Kurd Posta Serok Erkanê Iraqê dixwazin
Endamekê Kurd li lîjneya Asayîş û Berevaniya Parlemena Iraqê ragihand, posta Serok Erkanê Iraqê para Kurdane û divê wî postî bidin Kurdan.
Piştî ku Osman Xanimî Serok Erkanê Iraqê bu Wezîrê Navxweya Iraqê, Mistefa Kazimî Fermandeyê Giştî yê Hêzên Çekdaran û Serok Wezîr bi wekalet Abdulemîr Reşîd Yarellayî kir Serok Erkan ku berê ew post para Kurdan bû û Ferîq Babekir Zêbarî Serok Erkanê Iraqê bu. Lê belê piştî Zêbarî heta niha wê postê nedane Kurdan.
Dr Nasir Herkî Endamê Lîjneya Asayîş û Berevaniyê li Parlemena Iraqê û ji Fraksiyona Partiya Demokrata Kurdistanê ragihand, posta Serok Erkan para Kurdane, divê serkirdayetiya siyasiya Kurdistanê li guftûgoyên xwe yên li gel Bexdayê de pêdagiriyê li ser wergirtina wê bike.
Herkî got: “Serok Erkan postekê gelek girîng û hestiyare, hinek ji efserên nava Wezareta Berevaniyê dijî Kurdan rik û kîn li dilê wan da heye, eger ew wê postê werbigrin, bandoreke xerap li ser Kurd dirust dikin. Ji bo wê yekê divê wê postê bidin Kurdan û li vî derbarî de me serkirdayetiya siyasiya Kurdistanê agahdar kiriye”.