Polîtîk

Kurd neçar bibin dê biryarek din bidin

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê, pêşwazî li Umer Elkenderî konsulê giştiyê dewleta Kwêtê li herêma Kurdistanê kir û bi minasibeta destbikarûbna wî wele konsulê giştiyê Kwêtê li herêma Kurdistanê pîrozbahî lê kir û di kar û xebatên wî de serkeftin jê re xwest. Di civînekê de, serokwezîrê Kurdistanê û konsulê giştiyê Dewleta Kwêtê behsa şerê dijî teroê li herêma Kurdistan û Îraqê û tesîra wî şerî li ser deverê bi giştî û li ser herêma Kurdistanê bi taybetî kir. Konsulê Kwêtê rola hikûmeta herêma Kurdistanê di pêşwazîkirin û hewandina koçber û penaberan û alîkarîkirina wan bilind nirxand. Behsa derfetên berhemanînê hat kirin û konsulê Kwêtê got ku welatê wî dixwaze kompanî û berhemînerên kwêtî li herêma Kurdistanê di warên cuda de sermayeyê xwe birazînin û pirojeyan encam bidin, bi taybetî xurtkirina têkeliyên bazirganî û êkonomî digel herêma Kurdistanê. Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê, kêfxweşiya xwe li hember pêşveçûna têkeliyên navbera herêma Kurdistan û Kwêtê diyar kir û got ku deriyên herêma Kurdistanê ji bo hatina kompanî û sermayedarên kwêtî vekirîne û hikûmeta herêma Kurdistanê jî amadeye bi her awayî hêsankarî û alîkariya wan bike. Di civînê de ku hijmareke ber bi çav ya rêjnamevanên Kwêtê amade bibûn, Nêçîrvan Barzanî behsa rewşa îro ya herêma Kurdistanê û dever tê de derbas dibe bi taybetî di warê siyasî, êkonomî, emnî û leşkerî de kir û got ku herêma Kurdistanê dixwaze têkeliyên xwe digel hikûmeta federaliya Bexdayê normal bike û hemû pirsgirêkan çareser bike û Îraq di warê cografî, siyasî, civakî, bazirganî û êkonomî de ji bo herêma Kurdistanê giringe, lê eger hikûmeta Îraqê bi vî awayî digel herêma Kurdistanê tevbigere, herêma Kurdistanê dê neçar bibe hizra rêyek din bike.

Back to top button