Kurd li ber êrîşeke mezindaye û pêwîstî bi yekhelwestiye
Hizbî De’we helêkî mêjuwî le berdem da bû bo ewey serkirdayetî bizûtinewey nîştimanî bikat le Iraq da, be taybet paş ewey postî Serokayetî Wezîranî pê bira.
Belam serkirdayetiyekey ca le qonaxî Ce’ferî da bêt yan Malîkî, neyantwanî îst’abî berpirsiyarêtî nîştimanî deselat biken ke le asmanî Emerîkawe boyan hate xwar û xemî gewreyan her ewe bû ke ew deselate le destiyan derneçêt û le birî girtineberî rêgey nîştimanî rêgey xosepandiniyan helbijard, nek her le ser şerîkekaniyan le lîstekanî dîkeda, belku le ser şerîkekanîşiyan le hawpeymanî nîştmanîda û pêyan wabû be kirînî zîmetî em û ew, le bertîldan û pêşkeşkirdinî asankarî bo gendelkaran û heta bo tîrorîstan û karkirdiniyan bo nehêştinî serbexoyî deste serbexokan, ke tenha zamin bû bo parastinî mafî şerîkekaniyan, berdewamî bew desthelateyan deden, belam ewey ruwî da hîç kam lew rêgeyane sûdiyan bo nebû û roj le duway rojîş tenyayî serkirdayetî De’weyan qultir kirdewe, çi le layen lîstekanî dîkewe çi le layen xudî lîstekey xoyanewe.
Serkirdayetî Malîkî baş dezanê ke ayîndekey zor rûn niye, ca be hoy rûdawekanî nawçeke bêt yan be hoy narûnî ayîndey hendê le rejîmekanî dewruberî xoy ke emeyş dekirê wa lêk bidrêtewe ke ew rejîmane twanay sepandinî îradeyan beser layene Şî’iyekanî Iraq nemawe wek ewey pêştir deyankird.
Be watayekî dîke Malîkî ew çetre le helbijardinî dahatûda le dest dedat û rewşîşî xiraptir debêt eger neytwanî hikûmetî zorîne pêk bênêt ke êsta hewlêkî ciddî bo dedat.
Mebestî Malîkîş le hikûmetî zorîne rizgarkirdiniyetî lew proje çaksaziyey ke belênî cêbecêkirdinî dabû, yanîş dirustkirdinî dîktatoriyekî zorîneye ke be hoyewe bitwanê deselatêkî reha drust bikat ke emeyş uway lê dekat ke be hemû qursayiyek hewlî heres nehênanî rejîmî Suriya bidat, yan her hîç nebêt xoy bixate baweşî rejîmêkî tir û Iraq bikate gorepanêk bo rûberûbûnewe le gel Rojawa, yanîş wa le Herêm bikat bew sînûrey êstay xoy le Iraqî ciya bikatewe, ewîş le rêyî ziyadkirdinî fişarekanî û çalakkirdinî hêzekanî Dîcle û dirustkirdinî gîr û giriftî siyasî û darayî.
Lewaneye êmey Kurd wa têbigeyn ke eme le berjewendî êmeye madamekî Malîkî be xoy deyewê le Iraq ciyaman bikatewe, belam pirsiyar eweye: Aya Malîkî detwanê terazuwî nêwdewletî bo xoy rabigrê?
Başe ey çarenûsî nawçe dabirêndrawekan? bawer nakem Malîkî bo maweyekî kurtîş bêt bitwanê ew terazuwe rabigrê, be taybetî ke êsta Kurd buwete yarîzanêkî be twana û hokarêkî yeklakerewe bo zor şit, nek her le Iraq, belku le wilatanî dewruberîş da.
Ke wate Malîkî lem rastiye têdegat û bo pêşgirtinî le her rûdawêk hewlî kontrolkirdinî nawçe dabirêndrawekan dedat û kesîş le çawerwanî eweda nebêt rojêk le rojan maddey 140 cêbecê bikat û lêdwanekanî em duwayiyeşî ew rastiyeman bo deselmênê û helsukewtekanîşî her hemuwiyan dij be berjewendî Kurde, boye pir bedem hawar dekat û delê: Şitêk nemawe nawî hawpeymanî Şî’e û Kurd bêt..!! Eme qonaxêk bû û debêt kotayî pê bêt û kesîş le mewdiwa mezlumiyetî Kurd û Şî’e be yek girê nedat..!!
Emro layene Kurdiyekan le berdem rûberûbûneweyekî mêjuwîdan, nek her le bergirîkirdin le Kurdayêtî nawçe dabirawekan, belku le Iraqî ayîndeş ke le berdem hereşeyekî tayfî gewredaye ke debê pêkewe xomanî bo amade bikeyn, nek yek bilê leşkirkêşî bo Xaneqîn metirsiye û ewîtir bilê nexêr, yek bilê hênanî supa bo Zumar metirsiye û ewîtir bilê wa niye, yekîş bilê emeliyatî Dîcle hereşeye û ewîtir bilê nexêr.
Êsta hemûman geyîştunete ew rastiyey ke belê hemû ew şitane metirsî rasteqînen, ke wate debê pêkewe rûberuwiyan bibînewe û berjewendî Kurd bixeyne seruwî hemû berjewendiyekî dîke û her le êstawe be duway alternatîvî be hêz bigerêyîn, egîna her hemûman lew hawkêşeye zerermend debîn û ew katîş mêjû riwem be kes nakat.
Faysal Debax – Rojnameya Hewlêr