Nivîsar

Kurd gav bi gav ber bi serxwebûnê ve diçin

Bi fermana serokê Kurdistanê û erêkirina parlementoya Kurdistanê hêzek a pêşmerge ji Başûrê Kurdistanê ji bo parastina Kobanê bi rêya Bakurê Kurdistanê gihatin Kobanê.

Ev bûyer bi sere xwe ji bo kurdan dîrokiye û di vê pêvajoyê de ji bo tevgera azadîxwaz a Kurdistanê dikare bibe zemînek yê hevkarî û yekitiyek netewî di seranserê Kurdistanê de.

Eger her hêz yan jî aliyek siyasî bikaribe berjewendiyên xwe yên partî û rêxistinî bidin aliyekî û berjewendiyên netewî li ser her tiştekî re bigirin tu astend di rêya yekitiyek netewî de namîne.

Ji deriyê Xaburê heta Kobanê gav bi gav xelkên Kurdistana Bakur tevî  hemû rêxistin û aliyên siyasî pêşwaziya pêşmergeyan kir û bi giyanek netewî  hijêkirina xwe ji bo pêşmerge û niştiman dan xuyakirin.

Hemû aliyên siyasî bi reng û dengê xwe pêşwazî kir. Ev bi xwe da xuyakirin ku kurd ji bo berjewendiyên netewî dikarin werin ba hev û bi hevre yek dengî parastina xaka Kurdistanê bikin û binyata yekitiyek  di nava hêzên siyasî de pêkbîne.

Ev cureyê yekitiyan dê bibe sedemek ku pêwendiyên hinek hêzên kurd û dewletên Kurdistan dager kirine kêm bibe û hêdî kesek nikaribe kurdan ji bo armancên xwe bi kar bîne.

Ji hemiyê girîngtir hestên netewî di nava kurdan de zêdetir dike . Ev cara yekem e ku hemû kurd di bin ala Kurdistanê de wek sembola netewî çalakiyan pêk tînin.

Dema kurd nirxên netewî bidin pêş û daxwaziyên xwe yên siyasî bikin û di bin sembolên netewî de xwe bidin hev, dê bikaribin rêzê li dîtin û fikrên hev yên cuda jî bigrin.

Bi awayek din rêya ji Hewlêr dirêjî Kobanê bûyî dibe pirek ya yekitiyek netewî di nava beşên  Kurdistanê de.

Gelo dema mirov li dîmênen xelkê ku pêşwaziya pêşmergeyên Kurdistanê kirî dibîne , bi çi dihese? Mirov bila wê bike û li gora wê jî gava bavê je.

Dema şoreşa Suriye destpêkirî  di çavderiya serokê Kurdistanê de kurdên Rojavayê Kurdistanê li Hewlêr civîyan û di nava xwede yekitiyek pêkanîbûn. Eger ew yekitî biketa jiyanê de, wê îro behsa serkeftinên din bihata kirin.

Cardin civîn û li hevhatina Kurdên Rojava ku li Dihokê çavderiya serokê Kurdistanê de pêkhatî, bikeve jiyanê de, wê kurd li Rojavayê Kurdistanê bigihin armancên xwe yên netewî.

Rêya pêşmergeyan a Hewlêr û Kobanê  dibe zemînek erênîtir ji bo yekdengîya  hêzên siyasî li Rojavayê Kurdistanê.

Herweha  di vê derbarê de gavên ji Kurdistana Başûr hatîn avêtin û helwesta serok, serokwezîr û parlementoya Kurdistanê çirûskeke ji bo serxwebûna Kurdistanê.

Ji ber ku ev gavên navnetewî  têne avêtin helwesta dewletek serbixwe ye. Bi  awayek din mirov dikarê bêje De-Fakto bê jî Kurdistana Başûr wek dewletekî siyasetê dike û qada navnetwî de dîplomasiyê jî wek dewletek serbixwe rêve dibe.

Pêvajoya siyasî li Cîhanê û herêmê, Başûr  ber bi ragihandina dewletekî ve dibe.

Kurd gav bi gav ber bi serxwebûnê ve diçin…

Ya ji her tiştekî girîngtir jî ev e.

31.10.2014
Dara Bilek

Back to top button