Kurd dê cardin referanduma serxwebûnê bînin rojevê
Mohammad S. Mustafa Rojnama Middle East Eye di derbarê rewşa Kurdistana Başûr de nivêsek ya Mohammad S. Mustafa belav kir. Mustafa di nivîsa xwe ya di derbarê Kurdistana Başûr de dibêje:Baweriyek di nav kurdan de heye ku, ew bûne qurbaniya peymana Sykes-Picot , ji bo vê yekê jî hêja hestên dewletek serbixwe di nava Kurdan de gelek bi hêze. Li herêmê gelek tevlîhevî heye û kurd jî di aliyê ekonomik de xort bûne, ew jî rêya ku gelek gelên ji bo dewletbûnê Rojhilata Navîn de şopandîn dixwazin bişopînin ji bo bibin dewletek serbixwe.Rewşa kurda li himber hukumeta Iraqê jî tê guhertin. Kurd bawerin ku hukumeta Iraqê mafên wan yên yasayî binpê dike. Lê Bexda hewl da nîv serxwebûna li Kurdistanê heyî têk bide û di vê derbarê de wextekê bi destbêxe. Piştî referanduma Kurdistanê, hêjî Bexda mafên kurda yên ji destûrê tên bi cih nekirine.Hêdî navbera Kurda û Bexdayê de bawerî nemaye. Iraq dewleteke ku nikarê ava vexwarinê ji bo miletê xwe pêkbîne û bûye wek hewdela têkdanê ji aliyê hêzên herêmê ve, ev rewşa hanê cardin dê daxwaziya kurda ya encamên referandumê bînê rojevê.Îro rewşa Iraqê ji sala 2003ê yê xirabtir e. Piştî hilbijartinên 12ê Gulanê , Iraq li gora berê behtir ji hev parçe bûye. Hêdî Şîeyên Iraqê ne yekgirtîne û ne yek dengin.Piştî pêvajoya DAÎŞê suneyên Iraqê jî dixwazin vêca desthilata xwe ava bikin û daxwaza federasyonê bikin.Kurd hêdî ne bawerin ku, mafên wan yên destûrî bêne cih û ev jî dibe sedem ku xeyalên wan yên destxistina mafên destûrê têk diçe. Di rewşa heyî de gelek zehmete mafên wan yên ji destûrê tên pêş bêne cihbicih kirin.Di vê rewşê de, du rê li himber Kurda hene. Yan dê destûra Iraqê bê cihbicih kirin yan jî dê Kurd encamên referandumê cihbicih bikin.Lê rêya duyem girêdayê rewşa herêmê û hêzên nevnetewîye jî. Dê kurd jî vê pêvajoyê de hemû imkanên xwe bikarbînin û qertên xwe bidin nîşandan.Werger: Rojevakurd