Kulturname xatira dixwaze
Malpera kurdî Kulturname jiyana xwe ya weşandinê disekinîne. Bê guman sekinadina Kulturnamê ji bo kultur û edebiya ta kurdî wendabûneke.Di vê derbarê de malperê daxuyaniyek belav kiriye. Redeksiyona Kulturnameyê dibêje: Kulturname xatira xwe ji we dixwazeBerî heft salan Kulturnameyê wek malpereka kulturî dest bi xebata xwe kir. Ji roja destpêkê 27.05.2008ê û heya îro 2750 nivîs di Kulturnameyê de belav bûne û 290 nivîskar û rojnamevanan berhem tê de weşandine. Naveroka wê di destpêkê de kulturî-giştî bû û wê ji dawiya sala 2012yê ve senga xwe xist ser edebiyatê, zimanê kurdî, berhemên weşanxaneyên kurdî, nivîskaran û kitêbên wan.Hem redaksiyona Kulturnameyê û hem jî nivîskar û wergêrên ku bi berhemên xwe ve tê de beşdar bûne xizmeteka mezin pêşkêşî zimanê kurdî, edebiyata kurdî û xwendevanên kurdiyê kir. Ev ked û xebat, ya me wek redaksiyon û ya nivîskarên beşdar jî, karekê xêrxwaziyê bû û ji destpêkê heya îro jî me çi alîkariyeka madî ji çi kes û aliyekî wernegirtiye û salaneya hebûna malperê jî me ji kîsê xwe daye.Gelek spas bo hemî rojnamevan, nivîskar û hemî kesên di van heft salan de li gel Kulturnameyê bûn, tê de beşdar bûn û jê re piştevan bûn.Em ji îro pê ve çi nivîs û nûçeyan di Kulturnameyê de naweşînin. Lê, malper bi xwe dê heta dawiya îsal (2015ê) vekirî bimîne.Redaksiyona Kulturnameyê