Kultur

Kulturname li ber firotinê ye

Xwendevanên hêja û delal!

Mixabin ku em êdî nikarin di weşandina Kulturnameyê de berdewam bin. Ew êdî nahêt nû kirin. Egera bi tinê jî ew e ku ez, hem wek xwediyê malperê û hem jî yek ji redaktorên wê, wî wextê vala bo birêvebirina karûbarên malperê li cem xwe nabînim. Me di van du salên Kulturnameyê de hewil da, li gor pêçêbûnên xwe û di wextên xwe yên vala de, bê beramber, hem di xizmeta xwendevan û hem jî nivîskarên malperê de bin û sengiyê bidin zimanê wê. Êdî roj bi roj wextê min yê vala, yê piştî wextê karê min yê di şîrketa Ericssonê de kêmtir dibe û ez xwe neçar dibînim ku pêngaveka weha biavêjim.

Bê şik min di van du salan de tecrubeyeka rojnamevanî ya dewlemend, hem li gel xwendevanan û hem jî li gel peyamnêr û nivîskarên Kulturnameyê derbas kir û wê sûd di gelek waran de gehand min. Ez pir ji dil spasiya endamên redaksiyonê, peymanêr û nivîskarên buhagiran û fedakariya wan dikim, gelek spas bo Spîrêzê û birêveberê wê Mueyed Teyibî û arîkariya wan di berdestkirina peyamnêrekî de bo Kulturnameyê li Dihokê di van du salan de, gelek spas bo xwendevanan û pêgirêdana wan, dîtin, lênerîn û piştevaniyên wan yên dewlemendker û moralbar.

Ez li dawiyê dibêjim ku ez hez dikim li cihê girtina malperê wê bidim destê kesên ku di xwe de pêçêbûna berdewamdana wê dibînin. Evca eger bikirekê wê hebe, bila ji kerema xwe berî dawiya meha neh peywendiyê bi min re li ser e-maila Kulturnameyê ([email protected]), berî ku em wê bi yekcarî bigirin bike û spas.

Li gel silavên Sidqî Hirorî

Back to top button