Polîtîk

Dezgehên sivîl dixwazin ev proses serbikeve

Li Diyarbekir carek din dezgehên sivîl gihan hev û daxûyaniyek ji bo raya giştî ragihandin. 45 dezgehên sivîl konferansek rojnemevanî pêkanîn û bi daxûyaniyekî pêşniyar û daxwaziyên xwe pêşkêşî raya giştî kirin. Dezgehên sivîl, piştî agirbesta ku PKK-ê kirî daxwaz kirin ku divê di cih de operasyonên lêşkerî li herêmê bisekinin.

Dezgehên sivîl di daxûyaniya xwe de dibêjin: “ PKK-ê guh da bangên bi vî awayî û di encam de heta 20-ê Îlonê agirbest ragihand. Di mercên Tirkiyê de ev agirbesta PKK-ê rêya ku pirsgirêk bi diyalog û aşitiyê bêne çareserkirin jî vekiriye“ Ji bo ev pêvajoya destpêkirî  vale neçê divê  ev gavên ku em pêşniyar dikin bêne avêtin.

1-    Di vê dema ku PKK-ê biryara ku çelakiyên leşkerî neke dayî, divê leşker operasyona bisekinîn, da ku ev pêvajo bikaribe bibe destpêka çareserkirina pirsgirêkan bi rêya diyalogê.
2-    Divê hemî beşen civakê li vê pêvajoyê xwedî derkevin, û ji bo sekinadina operasyona israr bikin.
3-    Ji bo çareseriyek li ser bingehê azadî û wekheviyê, divê şer temamî ji holê rabe.Ev yek dê zemîna çareseriyê hêztir bike.

Back to top button