Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê Kubad Talabanî li Enqereyê bi Serokê MÎTê Hakan Fîdan re civiya.
Roja 11.04.2023ê şandeke YNKê li Bexdayê bi Cîgirê Serokê MÎTê Mutlu Tuka re hevdîtinek pêkanî û îro Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Kubad Talebanî û şanda pê re li Enqerê bi Hakan Fîdan re hevdîtin pêk anîn.
Di hevdîtinê de hat ragihandin ku Hakan Fîdan nerazîbûna xwe ya li hemberî têkiliyên YNKê û PKK’ê da nîşandan û diyar kir ku ji bo asayîkirina peywendiyên Enqere-Silêmaniyê divê ev têkilî bên bidawîkirin.