Krîstiyanên li Herêma Kurdistanê îsal ji ber belavbûna Coronayê bi şêweyekî ciyawaz pêşwazî li sersalê dikin.
Li gora nûçeya Rûdawê, Malbata Vîktor Curc yê 40 salî ji qedimtirîn malbatên Krîstiyanên Duhokê ye û ji ber vîrusa Coronayê ew dê îsal cuda ji salên berê cejna Krîsmisê li mala xwe pîroz bikin.
Vîktor Curc, dibêje, “Îsal taybet e ji sala borî, her sal me aheng datînan û dihatin û diçpn li bajarên Kurdistanê, derveyî Kurdistanê lê îsal ev êşa pîs ya Coronayê ne hişt ku em bên û biçin. Em îsal dê li mala xwe (pîroz) bikim û kes û karên me dê bi rêya telefonê prîzobahiyê li hev bikin.”
Li parêzgeha Hewlêrê jî weke hemû parêzgehên din amadekarî bo rêkarên parêziya ji Coronayê hatine kirin bo encamdana rêûresmên olî.
Beşar Metî, Metranê Hewlêrê yê Kildan, dibêje, “Me amadekariyên xwe kirine ku zêdetir ji qeşeyekê hebin. Qeşe dê saet 7 û 10 hebin û em dê li hemû dêran hejmara qeşe û encamdana nimijêan zêde bikin, ji bo ku zêdetirîn hejmar Krîstiyanan behewînin. Tendirustiya mirov berî nimêjê ye, boçûna min ya kesayetî, divê mirov berî nimêjê girîngiyê bi tendirustiya xwe bide.”
Li Silêmanî jî bo heyama 14 rojan dê merasîmûn olî bên encamdan, her ji 24ê vê mehê heta 6ê Çileya 2021, lê li gor gotina qeşeyê dêra Mar Yûsif, piraniya Krîstiyanan ji ber Coronayê nikarin li dêrê amade binm taybet jî kesên temenmezin û nexweşiyên demdirêj hene.
Eynen Ezîz, Qeşeyê Kenîsa Mar Yûsif li Silêmaniyê, diyar dike, “Merasîm ji 24ê vê mehê destpê dike heta 6ê meha Çile. Xelk dê bên beşdar bin, qeşe dê amade bin bo encamdana nimêjê.”
Li gor zanyariyên rêxistina Karîtas a Dêrên Cîhanê, heta 2003a nêzikî 150 hezar Krîstiyan li Herêma Kurdistanê dijiyan, lê ji ber şer û aloziyên emnî yên li Iraqê, niha hejmara Krîstiyanên li Herêma Kurdistanê gihîştiye 250 hezar kesî.