Kovara Zanistî û Teknolojiyê Zanko
Kovara Zanist Û Teknolojiyê Zanko Hejmara Xwe Ya 4an Weşand Kovara Zanko ya ku bi mijarên zanist, teknolojî, otomotîv, înternet, software û hwd. di nav 2 -3 mehan de carekê derdikeve piştî xebateke dûvdirêj hejmara xwe ya çarem jî weşand.Kovara Zanko 3 hejmar li dû xwe hiştin û niha bi hejmara xwe ya 4’an derket hemberî xwînerên xwe. Kovara Zanist û Tekolojiyê Zanko di vê hejmara xwe de dosye û zanyariyên xwe berfirehtir kirine.Ji dokûmantên rojane heta zanyariyên mayînde bi dehan mijar di vê hejmarê de cih digirin. Zankoya ku wek zanîngehekê dixebite bi beşên cur bi cur agahiyan digihijîne xwînerên xwe. Kovar bi du zaravayên Kurdî wek Kurmancî û Zazakî derdikeve.Ji zanist, teknolojî, otomotîv, kompîtur, internet, biyolojî, kimye, fizîk û heta teknîka motorsîkletan bi dehan nivîs û gotarên xweşik bi zimanekî sivik û bi Kurdî hatine hunandin.Herwiha di vê hejmarê de derbarê dehayê Kurd el-Dînawerî de jî dosyeyek hatiye amadekirin. Di dosyeyê de xebat û hewldanên vî dehayî bi hûrgilî hatine vegotin.Zanko zêdetirîn valahiya zanyariyan tijî dike û li gor vê yekê tevdigere. Di nav vê hejmarê de jî bi berfirehî behsa otomotîv û endezyariya wê hatiye kirin. Yek bi yek serpêhatiya vê teknîka girîng bi zimanekî sivik xwe dê bigihîne xwînerên xwe.Herwiha Zanko derbarê siyanûr û perperokan de jî nivîsên dokûmantên berfireh amade kirine.Tevî agahiyên biyolojîk ên kimyevî jî di vê hejmarê de cihê xwe girtine.Li aliyê din Kovar li ser înternetê wek online derdikeve û ew jî ji ber tunehiya derfetan e. Tîma Zankoy niha ji xwe re sponsoran digere ku di pêşerojê de xwe wek çapkirî biweşînê.Edîtoriya Kovarê bi Kurmancî ji aliyê Cûneyt Ewrareş ve, bi Zazakî jî ji aliyê Selepatî Nuwîskar ve tê kirin.Herwiha Kovara Zanko li ser malperên natgeokurd.com, zaningeh.net û teknokurd.comê tê weşandin. Li ser van malperan tevî weşandina kovarê, gotarên rojane yên derbarê teknolojî û zanista nûjen de jî cih digirin.PêwendîTel: +1 (917) 267-8648e-Peyam 1:[email protected] Peyam 2:[email protected]: @natgeokurdFacebook: Kovara ZankoGoogle+: NatgeokurdInstagram: @natgeokurdnatgeokurd.comzaningeh.netteknokurd.com