Kovara Hinar hêjmara nû
Kovara me hejmara 11’an derket! Jean Baudrillard dibê: “Di her şerr û pevçûnê de, serketin a bêmantiq’an e.” Ka em guhê xwe bispêrin qullika derziyê û li pêl û rewrewka di peyvên vî camêrî de dilebitin, guhdarî bikin; dêmeg niha em li ser pozê kokela Babîlekê ne, em dibên qey em tilîka xwe’y eşedê wek kokela duyemîn ber bi ezmên ve bilind bikin, ew ê bive zikekî qelişî û em ê bivin xwedîheqên misteheq.
Pêla ku ji peyvên W. Foulkner, gihîştîn J. Baudrillard û di qullika derziyê re tê û wek rewrewkeke ku kare êgir bi qozmosekê xîne, daxilî guhê me dibe: Gelo me serî rakiriye, welew tilî? Ka em tabloyê seroqûna bikin; dêmeg em li jor in û ezman di biniya me re ye. Heke ji herdu argumanan yek jê rast be, ka kê kudandiye pirêza kê û kî bi kê re şerr dike? Heger herdu fikir jî rast bin, ka serê bennikê kîjan rastiyê û heqaniyetê wê bi destê me ve bê? Ka em kaxetên vê lîstikê dîsa li nava hev xînin û ji nû ve belav bikin; heger destekî kudand bêndera me, ew neheq e û me ew dest di nava bênderê de şewitand, ew dibe misteheq û em xwedîheq; de îja ka em bûn xwedîheq û şûn de em ê bivin çi…?
Kesek nizane helbet; zanibe misteheq e û nizanibe xwedî heq e; dêmeg hêna jî Samuel Beckett dibê: “Nebû, nebû! Çimkî hêna jî problemek di vê meselê de heye, berî ez ji we re bivêm, heq jî neheqî ye û neheqî jî neheqî ye, gere hûn ji nuh ve destê kaxetan belav bikin.” Me kaxet ji nuh ve belav kirin; me ezman daxist û em hilkişiyan; ka em kî karin ji vê yekê û şûn de bivên! welew gavekê bi wê de biavêjin!
Çimkî Stalîn tilîka xwe’y eşedê ber bi ezmên ve bilind bike, du cîqên kuştî wê li Meqsîqa bên xwarê; em tilîka xwe ber bi Ewropa û Meqsîqa ve dirêj bikin, hinekê bivên, tiliya we di kuştina Mayakovsky û Troçkî de heye. Dêmeg em hêna jî li serê çimanekê Kokela Babîlê ne; ya em ponijî ne, ya jî em dibên qey em li vê heyatê nexewngerrok in; guhê me li qullika derziyê ye û em di rewrewkê de titewtew in; ihiiii weleh Hinarê bi me niqirçand û em bi veciniqîneke kurmancî di jêrzemîna edebiyatê de werbûn. Dêmeg me fêmkir ku em bi kesekî re qayişê nakişînin; qayişa me li nava me ye û em li ser rê’ya xwe rêwî ne. Ji ber hemêzek sebeb, bi meheke derengî be jî, em careke din dilên xwe’y miz, bi Hinar’a mêxweş re, ji we re dişînin…xwendevanên …zîz û ezîz…
Naverok:
2-edîto
3-helbest û helbestkarekî du zimanî/ yapob tilermanî
8-“xêliya mirinêé vêket û agir bi zemên ket/ h.kovan.baqî
12-du çîrok /şemso qemer
13-ruhêm/cîhan roj
14-sewta “do” yê/ferîd edgu
15-vivîna orgazmê/ehmed belek
17-sê helbest/şêrko bêkes
18-aramiya heyfê/bavê azad
20-hidûd/h.kovan baqî
21-çîrokdank-ca cembelî
23 lîstîka yezdan/rojar zerdeşt
24- cji cîhana zarokan/janya acar
25-xuşe xuşe avê/ar-da janxwar
26-li kêleka hev/metîn altiok
27-sêberêya êş û elemên mirovên”kitim”/ehmed belek
29-du şaêr û du şîerê japonî/kîjo murakamî-shîkî masaoka
30-reştarî/tûgrûl keskîn 31-rondik qefilîn/dilşêr bêwar
32- xebat û pêşnûmeyên kurdî der a îzmîr’ê
33- du helbest berfo barî 34- hevdîtin/demîr ozlu
35 xwdayê xwe