Polîtîk

Kosret Resûl Elî: Li gorî rêkeftina Hewlêr û Bexdayê, Pêşmerge venakişe

Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê Kosret Resûl Elî bersiva wan kesên ku daxwaza derketina Pêşmerge ji deverên rizgarkirî dikin da û ragihand, Pêşmerge ti carî ji wan deran dernakeve. Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê Kosret Resûl Elî, ji radyo Dengê Amerîka re axivî. Kosret Resûl Elî di bersiva pirsê de ku gelo nakokiyên navbera partiyan bandor li ser Pêşmerge kiriye yan na, got, nakokiyan bandor li ser Pêşmerge nekirine. Piraniya pêşmergeyên Kurdistanê, yên PDK û YNKê ne. Kêşeyên me hene lê wisa nîn ku neyên çareserkirin. Eger em yekrêz bin bê guman piştî şerê Mûsilê emê qezenc bikin. Kosret Resûl Elî derheqê şerê Mûsilê de jî got, şerê Mûsilê dê dirêj bibe çimkî DAIŞ li ber xwe dide û şerê xwekujiyê dike. Lê dê her bişkê çimkî di hemû şeran de eniya demokratan li hember terorîstan bi ser dikeve. Cîgirê Barzanî derheqê wan kesan de, yên ku dibêjin bila Pêşmerge ji deverên rizgarkirî vekişe jî got, ew dever beşek ji Kurdistanê ne û ji aliyê Pêşmerge ve hatine rizgarkirin. Li gorî rêkeftina navbera Herêma Kurdistanê û Bexday, Pêşmerge ji wan deveran ne vedikişe ne jî pêşde diçe. Di van demên dawiyê de, serokwezîrê berê yê Iraqê Nûrî Malikî li Tehranê gef li Pêşmerge û Kurdistanê xwaribû û gotibû, divê Pêşmerge ji wan deran vekişe.  

Back to top button