Civak

Korona li gel Îtalya li tirkiye jî hebû

Dr Oguz Oksuz ku li bajarê Mîlano ya welatê Îtalya dijî û karê doktorî dike ji bo medya û ragihandina tirkiye diyar kir ku dema Korona li Îtalya belavbû wê demê li tirkiye jî Korona hebû lê mixabin desthilata tirkiye xemsariyê kir û rêkarên pêwîst nehatin wergirtin û şewba korona li tirkiye gelek zû belav bû.

Her wiha Dr Oguz Oksuz dide zanîn ku rojên gelek zehmet û dijwar li benda tirkiyê ne û divê desthilat her zû qedexeya hatin û çûnê li hemû tirkiye ragihîne û rê nede welatî derkevin derve. Ji ber ku karîn û şiyanên tirkiye yên wekî Îtalyayê tûneye û nikarê xelkê xwe ji Koronayê biparêze.

Back to top button