Korona dîsa li Çînê serîhilda
Her çende Çîn tometbare bi veşartina hezaran pêketiyên destpêka belavbûna şewba Korona, lê belê li roja yekşem 5ê nîsanê 39 pêketiyên nû yên Koronayê hate ragihandin ku gelek zêdetire ji 30 rojên derbasbûyî.
Li raporeke ku Reuters belavkiriye Desteya Tendirustiya Niştimaniya Çînê ragihandiye ku 78 pêketiyên nû heta roja 5ê nîsanê hatine tomarkirin beramber rojên pêştir tenê 47 pêketî li yek mehê de hebûye.
Pêketiyên nû jî hîç nîşaneke nexweşiyê li ser wan dernakevê, lê wekî hilgirê Korona hatine destnîşankirin. Eve jî wiha kiriye ku berpirsên Çînê tûşî nearamiyê bike.
Her wiha ji bilî wê yekê ku hinek ji wan hilgirên şewbê ji derveyê Çînê vegeriyane nava Çînê, lê belê hejmara pêketiyên navxweya Çînê bi xwe heye. Ewê ku Çînê bi tevahî nearam kiriye eweye li van heftiyên dawî de tevahiya dergehan li rûyê welatan da girtiye.
Her wiha Reuters nivîsiye yek ji wan pêketiyên ku nexweşî têda derketiye li Gwandong bûye. Ji bo wê yekê desthilatdarên Gwandong dibêjin ku nexweş piştî serdana Hubeyê ku çavkaniya nexweşiyê ye, vegeriyaye nîşana nexweşiyê têda derketiye.