Koreya Başûr enfal û kîmiyabaran bijênosîda qebûl kir
Parlamtoua Koreya Başûr, roja 25ê vê mehê, enfal û kîmiyabarankirina Helebce weke jênosîda nas kir û daxwaz ji civaka nevnetewî jî kir ku, karesatên bi serê gelê kurd de hatine weke jênosîda qebûl bike û bi cidî lê bixebite ku, careke din karesatên bi wî awayî bi serê gelê kurda de neqewimin.
Îro sefîrê Koreya Başûr yê Îraqê serdana Hewlêrê kir û digel Aram Ehmed wezîrê karûbarên şehîd û enfalkiriyan yê hikûmeta Kurdistanê civiya û di civînê de biryara parlamentoya Koreya Başûr bi bilindî hat niexandin.
Sefîrê Koreya Başûr yê Îraqê di axaftina xwe de got: ”Piştî heyeta parlamentoya Koreya Başûr îsal beşdarî di 25 saliya jênosîda gelê Kurdistanê de kirî, ji sedemê wê malwêranî û karesatên bi ser gelê Kurdistanê de hatine, parlamentoya Koreya Başûr, tevî parvekirina hevxemiya xwe bi gelê Kurdistanê re, di roja 25ê vê mehê de tawanên bi serê gelê Kurdistanê de hatine bijênosîda naskirin û daxwaz ji civaka navdewletî jî kir ku, ji bona careke din ew tawan bi serê gelê Kurdistanê de dubare nebin pêngavên cidî pavêje û tezmînat ji qurbaniyên wan karesatan re bê dan.”
Ji aliyê xwe ve wezîrê karûbarên şehîd û enfalkiriyan yê hikûmeta Kurdistanê bi navê hikûmeta herêma Kurdistanê û malbat û xêzanên qurbanî û şehîdan sipasiya parlamento û gelê Koreya Başûr kir û pêngava parlamentoya Koreya Başûr bijênosîda naskirina karesatên biser gelê Kurdistanê de hatine bi pêngaveke giring wesif kir