Polîtîk

Konsulusê Tirkiye li gel YNKê civiya

Konsulusê Tirkiye yê li Hewlêr li gel berdevkê YNKê Sedî Pîre û heyeta li gel civînek dûvdirêj pêkanî.Konsulusê Tirkiye Hakan Karaçay û berdevkê YNKê Sedî Pîre civiyan û Pîre da xûyakirin ku, Pêwendiyên YNKê li gel Tirkiye pêwendiyên dîrokine û got: Pêwendîyên me ji bo pêşerojek ronahine û em dixwazin dostaniya xwe kûrtir bikin.Konsulusê Tirkiye jî da xûyakirin ku ew dixwazin pêwendiyê berûpêşve bibin.Pêwendiyên Tirkiye û YNKê  berê jî hebûn. Lê sala 2017ê grubek ji nava YNKê de sozek dabû Tirkiye ku, hinek berpirsên PKKê teslimê wan bike. Ji bo vê operasyonê Tirkiye du endamên MITê rêkirin cihê ku berpirsên PKKê teslimê wan bikin. Cih li hevingeha Celal Talabani ya li Dukanê bû.Li himber vê yekê grubek din di nava YNKê de ev proje ji berpirsên PKKê re eşkere kirin û herdu endamên MITê teslimê PKKê kirin. Ji wê rojê pêde pêwendiyên herdu aliyan têkçûn. Lê YNKê  bi rêya hinek kesayetan û taybetî yê wek rawêşkarê Erdogan Ilnur Çevik hewlda pêwendiyan cardin deynin. Di vê yekê de serneketin.Piştî hilbijartinên Tirkiye ev cara yekeme konsulusê Tirkiye li gel YNKê rûdinê û behsa pêwendiyan dikin. Lê rastî bazara di bin mase de nayê zanîn.

Back to top button