Konsulê giştiyê nû yê Hindistanê serdana Serokwezîr dike

Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja 02.08.2018 li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Çandra Molî Komar Konsulê giştiyê nû yê Hindistanê li Herêma Kurdistanê û şandeya pê re kir.Konsulê nû yê Hindistanê ji bona wê pêşwaziya germa lê hatiye kirin û hevkarîkirina digel konsulxaneya welatê wî tê kirin, sipasiya saziyên hikûmeta Herêma Kurdistanê kir û hêvî xwest ku ew hevkarî berdewam be.Şandeya mêvan behsa têkeliyên navbera Herêma Kurdistan û Hindistanê kir û berhrviya xwe nîşan da ku wan têkeliyan di hemû waran de, bi taybetî di warê vekirina kursên meşiq û rahînanê ji bo karmendên hikûmeta Kurdistanê,  pêşdetir bibe.Nêçîrvan Barzanî hêvî xwest ku konsulê nû yê Hindistanî di kar û xebatên xwe de serkeftî be û ji bona piştevanî û hevkariyê jî, berheviya hikûmeta Herêma Kurdistanê nîşan da.Serokwezîr behsa giringiya têkeliyên navbera Kurdistanê û Hindistanê, bi taybetî di warê aborî, bazirganî, kultûrî û rewşenbîrî de û mifa wergrtin ji tecrbeya îdariya Hindistanê kir.Rewşa siyasî û emnî ya herêmî û rewşa Îraq û Herêma Kurdistanê çen mijarên din yên civînê bûn 

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: