Polîtîk

Konsolê Fransa: Kurd li şerê cîhanî yê duyem bi cilên hevpeymanan şerkirin

Konsolê Giştî yê Fransa li Hewlêrê dibêje: “Kurd li şerê cîhanî yê duyem de bi cilubergên hevpeymanan ve şer kirin”.

Sala derbasbûyî Donald Trump Serokê Amerîka rûbirûyê gelek rexneyan bû dema ku got: “Kurd li şerê cîhanî yê duyem de, her wiha şerê Normandî hevkariya Amerîkayê nekirine”.

Olivier Decottignies Konsolê Giştî yê Fransa li Hewlêrê îro (Şemî 06.06.2020) li twitek da li 76. salvegera şerê Normandî bi zimanê Kurdî li twitterê nivvîsiye “Em Iraqiyan û bi taybetî jî Kurdan ji bîr nakîn ku li şerê cîhanî yê duyem de bi cilubergên hevpeymanan şer kirin”.

Piştî destpêkirina operasyonên tirkiye li Rojavayê Kurdistanê, Donald Trump Serokê Amerîka li axaftineke di derbarê pirsa Kurd li navçeyê de ragihandibû ku “Kurd li şerê cîhanî yê duyem de hevkariya me nekirine, ewan li Normandî hevkariya me nekirine, lê belê me li rûyê pêdana çek û pereyan hevkariyan wan kir û ji bilî wê wan hemûyan jî em hê jî hez ji Kurdan dikîn”.

Şerê Normandî yek ji şerê herî mezinên şerê cîhanî yê duyeme û bi mezintirîn şerê deryayî li navbera artêşa Nazî û Hevpeymanan de tê zanîn. Şer li 06.06.1944 li kenarên avê ya Normandî ya Fransa destpêkir û hevpeymanan karîn li rêya wê şerê rêyek li Rojavayê Ewrupa ve vekin û dest bi azadkirina Fransayê ji destê Naziyan kirin.

Back to top button