Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî biryara Xezayê qebûl kir
Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî pêşniyara agirbesta di navbera Îsraîl û Hamasê de ku ji aliyê Serokê DYA Joe Biden ve hatibû pêşkêşkirin qebûl kir. Rûsya ji konseya de deng neda û bê alî ma, 14 welatên din ev pêşnûme qebûl kirin.
Di dengdayina ku di 15 endaman a Konseya Ewlekariyê de hat kirin de, pêşnûmaya biryarê ya ku ji aliyê DYAyê ve hat pêşkêşkirin de 14 dengên “erê” û Rûsyayê jî dengê “bêla” da.
Di biryara ku hat qebûlkirin de îşaret bi xebatên dîplomatîk ên Misir, DYA û Qeterê hat kirin jî, pêşnûmeya 3 qonax a ku Biden di 31ê Gulanê de pêşkêş kiribû hat qebûlkirin.
Di biryarê de hat ragihandin ku Îsraîlê pêşniyara Biden qebûl kiriye; Her wiha bang li Hamasê hate kirin ku vê pêşniyarê qebûl bike û bi cih bîne.
Di biryarê de, bi vî awayî li gorî pêşniyara 3 qonaxan; Di qonaxa yekem de agirbesta lezgîn, berdana jin, pîr û girtiyên birîndar, pevguhertina girtiyên Filistînî, vekişîna hêzên Îsraîlê ji herêmên niştecihbûyî yên li Xezayê, zêdekirina alîkariyên mirovî, ji nû ve avakirina xizmetên bingehîn û vegerandina Welatiyên Filistînî li tevahiya Xezeyê.
Piştî lihevkirina aliyan, di qonaxa duyemîn de, biryar hat dayîn ku hemû dîlên mayî bên berdan da ku bi yekcarî dawî li kirîzê were û ji Îsraîlê hat xwestin ku ji tevahiya Xezayê vekişe.
Di biryarê de hat diyarkirin ku di qonaxa sêyemîn de jî plana ji nû ve avakirina Xezayê ku dê çend salan bidome, were destpêkirin û cenazeyên kesên esîr jî bên teslîmkirin.
Di biryarê de tekezî li ser wê yekê hat kirin ku eger danûstandinên qonaxa yekem zêdetirî 6 hefteyan berdewam bikin, agirbest dê heta encamdana danûstandinan berdewam be û tekezî li ser giringiya pabendbûna aliyên bi xalên rêkeftinê û piştevanîkirina wan hat kirin.
Di biryarê de bi piştgirîkirina çareseriya du dewletan, bal hat kişandin ser girîngiya yekbûna Şerîda Gazze û Şerîeya Rojava di bin banê Rêvebiriya Filistînê de.