Konseya Ewlekarîya Neteweyên Yekbûyî pêşnûmeya agirbesta mirovî red kir
Pêşnûmeya ku Rûsyayê ji bo agirbesta însanî ya li Xezeyê pêşkêşî Konseya Ewlekarîya Neteweyên Yekbûyî kiribû hat redkirin. Amerîka pêşnûmeqanûna ku navê Hamasê lê nehatibû gotin rexne kir. Pêşnûmeya Brezîlyayê ya ku Hamasê şermezar dike wê îro têkeve dengdanê.
Di dema ku hejmara kujtîyên di bombebarana Israîl û Hamasê de gihîşt 3 hezarî, pêşniyara Rûsya ya ji bo avakirina agirbestek mirovî ji alî Konseya Ewlekarîya NY ve hat redkirin.
Di pêşnûmeqanûnê de bang li alîyan hat kirin ku di navbera Hamas û Îsraîlê de agirbestek însanî bê ragihandin, lê navê Hamasê rasterast nehat gotin. Pêşnûme bi 5 dengên ‘erê’ hat redkirin, 6 endamên Konseya Ewlekarîyê ‘bê teref’ û 4’an jî dengê ‘na’ dan. Ji bo ku pêşnûmeqanûnek di Konseya Ewlekarîya Neteweyên Yekbûyî de bê pejirandin, divê ji hêla endamên daîmî yên Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA, Rûsya, Chîn, Fransa û Brîtanya) ve neyê veto kirin û divê herî kêm 9 dengên ‘erê’ werbigirin.
Pêşnûmeqanûna ku roja Înê ji hêla Rûsyayê ve hat pêşkêş kirin banga agirbestek mirovî, her weha serbestberdana girtîyên Israîlî yên di destê Hamasê de, gihîştina alîkarîyên mirovî û ewlekarîya sivîlan hewcedar dihewîne. Tevî ku navê Hamasê di nivîsa yek rûpelî de nehatibû gotin, “tundûtûjîya li dijî hemû sivîlan û hemû kiryarên terorîstî şermezar dike.
Nûnerê Daîmî yê Rûsyayê yê li Neteweyên Yekbûyî Vassily Nebenzia, piştî redkirina pêşnûmeyan daxuyanîyek da û got ku Konseya Ewlekarîyê carek din rehînên berjewendîyên siyasî yên bloka Rojava ye. Nûnerê Rûsyayê diyar kir ku hemû cîhan li benda biryara Konseya Ewlekarîya Neteweyên Yekbûyî ya ji bo rawestandina xwînê ye û got: “Şandeyên welatên rojavayî ev bendewarî pûç kirin”.
Nûnera Daîmî ya Amerîkayê li Neteweyên Yekbûyî Linda Thomas-Greenfield Rûsya sûcdar kir ku pêşnûmeya qanûnê bêyî şêwirîna welatên din pêşkêş kiriye.
Nûnerê DYAyê got: “Rûsya bi şermezarnekirina Hamasê, paraztina rêxistina terorê dike, dike. Ev yek hovane ye, durû ye û nayê paraztin”.